HESEKÊ – Li gorî ANHA’yê ku nûçegihanên wan ji herêmê ragihandiye, artêşa Tirk a dagirker vê êvarê tevgera xwe li ser sînorê li beramberî gundê Til Xenzîr ê girêdayî bajarokê Mebrûka yê rojavayê bajarê Serêkaniyê zêde kiriye.
Her wiha diyar kir ku balafirên Koalîsyona Navdewletî li ser esmanê herêmê digre û ji bo şopandina tevgerê bombeyên şewqê davêje.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo rewşên awarte amade ne.