AMED – Gerîlaya HPG’ê Amara Hîvroş (Ayşe Başaran) di êrîşa hewayî ya 27’ê Tîrmehê ya li bejahiya gundê Cangiza ya navçeya Tetwan a Bedlîsê şehîd bûbû. Cenazeyê Başayaran şevê din ji aliyê malbatê ve hate girtin.
Malbatê cenaze bir taxa Sûsûz a navçeya Farqîn a Amedê. Leşkerên Tirk ên dagirker dor li taxê girtin û ketin derketina taxê asteng kirin.
Leşkerên Tirk ên dagirker destûr nedan ku ji xeynî maliyan kesek biçe ser cenaze. Piştî hewcehiyên dînî cenaze bi dorpêça polîsan hate veşartin.
NEHIŞTIN KONÊ SERSAXIYÊ DANÎN
Leşkerên Tirk ên dagirker destûr nedan ku li taxê konê sersaxiyê were danîn. Malbat serdanan li malê qebûl dike.