BRADOST/BÎNARÊ QENDÎL – Çalakiya Mertalên Zindî ya Ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê didome. Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî dagirkeriya dewlata Tirk ji 14’ê Hezîranê ve li Bînarê Qendîlê kon vedan û dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Komek ji çalakvanên Meralên Zindî ên li Qendîl di 24’ê Hezîranê ji bo befirehkirina çalakiya xwe derbasî Bradostê qada şer ya germ bûn. Ji çalakvanên mertalên zindî Ferzan Kadir û Navdar Başûr ji ajansa me re axivîn û asta çalakiyên xwe anîn ser ziman.
“BI YEK DENGÎ Û RENGÎ EM Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVIN”
Li ser navê çalakvanên Mertalên Zindî li Bînarê Qendîlê Ferzan Kadir asta çalakiyê ji ajans me re ragihand û wiha got: “Li dijî xwesteka dewleta tirk a dagirker ku dixwaze axa Başûrê Kurdistanê bixe bin dagirkeriya xwe çalakiya me ya Mertalên Zindî didome. Niha em li Bînarê Qendîlê ne û li Bradostê jî ev çalakî heye. Ev 54 rojin em li Qendîlê di nava çalakiyê de ne û li Bradostê jî buye 44 roj. Çalakiya me li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk ku dixwaze gelê Kurd qetil bike, ku dixwaze axa me dagirker bike û welatê me talan bike tê lidar xistin. Gelek welatî di wan êrîşên dagirker hatin qetilkirin. Ev kesên tên qetilkirin hemwelatiyê Başûrê Kurdistanê ne. Ji bo carek din welatî neyên qetilkirin, erd û axa me neyê talankirin me çalakiya Mertalên Zindî daye destpê kirin û ew ê heta ku xeteriyê dagirkeriyê hebe wê bidome. Pêwîste em hemû bi yek dengî û rengî li dijî dagirkeriyê derkevin. Bi vî awayî em ê nehelin ku dijmin destdirêjî li axa me bikin.
“NA JI DAGIRKERIYÊ RE, NA JI DESTWERDANÊ!”
Çalakvanên ku di di 24’ê Hezîranê de derbasî Bradostê bûn yek jê ciwanê bi navê Navdar Başûr bû. Navdar Başûr jî li ser navê çalakvanên Mertalên Zindî li Bradostê çalakiya xwe ragihand û wiha got: “Di dirûşma “Na ji dagirkeriyê re, Na ji destwerdana Kerkûkê re, Bijî Kurdistan çalakiya me bi hemû coşa xwe didome. Rojane welatiyên herêmê tên serdana me û bi me re mil bi mil li dijî dagirkeriyê disekînin. Ji Sidekan welatî tên û piştgirî didin xelkên Bradost. Bangawaziya me ji Ciwanên Kurd re ew ku werin cihê çalakiyê û beşdarî berxwedanê bibin.”