STENBOL – Ji parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez, ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê gulanê de, di 12’ê hezîranê de û di 18’ê Heziranê de bi giştî 4 caran bi miwekîlê xwe re hevdîtin kiribûn.
Parêzerên Ocalan piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, bû 13 car serlêdan dikin, lê bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên wan nayin dayîn.