ŞENGAL – Turnuvaya futbolê ku ji bo bîranîna şehîdên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatibû destêpêkirin, bi dayîna xelatan bidawî bû.
Turnuva ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve di 10’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin û 10 tîmên ji gund û bajarokên Şengalê tevlî bûn.
Di çarçoveya turnuvayê de lîstika fînalê şevêdin di navbera Tîma Ciwanan û Tîma El-Hewas ve gundê Borik hat lîstin.
Beriya destpêkirina lîstikê li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Harûn Diyar axivî û got: “Me ev dewre ji bo bîranîna hemû şehîdên fermana 3’yê Tebaxê daye despêkirin.Bi vê minasebetê em hemû şehîdên ku li ser axa Şengalê canê xwe dane bibîr tînin û bejna xwe li hemberîwan ditewînin. Em hêvîdarin ciwanên me bi ruhekî werzeşî û bêpirsgirêk bi hevre bilîzin”
Piştî axaftinê lîstika fînalê hat lîstin. Di encama lîstikê de Tîma El-Hewas li hemberî Tîwa Ciwanan 4-3 biser ket û bû yekemîn.
Di encama lîstikê de rêveberên Meclîsa Gel a Borik û Şaxa Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) ya Borik, xelat dan lîstikvanên herdu tîman.