BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi peyamekê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê pîroz kir.
Peyama fermandariyê wiha ye: “Operasyona we ya şoreşgerî ku 2’ê Tebaxê ji aliyê hêzên we yên eyaletê ve li dijî hêzên artêşa TC a dagirker ên li derdora Girê Şehîd Axîn ê herêma Bagokê ya Mêrdînê pêk hat, çalakiyeke serketî ye ku li rêbaz û ruhê taktîkî yê demê tê. Çalakiya we çalakiyeke encamgir bû ku hem wesayiteke zirxî ya dijmin hate rûxandin, hem derb li yekê hate xistin û hem jî bi taktîka sabotajê li wesayita efser tê de bûn a ji bo destwerdanê hatibû we kirin hedef.
Ji ber vê çalakiya we ya afirîner ku we gelek taktîkên gerîla bi kar anîn em fermandariya we û di şexsê we de yekîneya we ya çalakî pêk aniye û hêzên we yên eyaletê hemûyan pîroz dikin. Em li bendê ne ku vê performansa xwe hîn bi bandor bikin û silav û rêzên xwe pêşkêşî hemû hevrêyan dikin, serketinê ji hemûyan re hevî dikin.”