NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê diyar kir ku wan êrîşên dagirkeran ên li ser gundên Şewarixa û Malikiyê yên navçeya Şera şikandin û 7 çete kuştin.
Daxuyanî wiha ye;
“Hêzên me bi berxwedaniyekî bê hempa êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên Şera şikandin û hejmarek ji çeteyan kuştin û birîndar kirin.
Di 6’ê Tebaxê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarixa û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera ku tije sivîl in bi obîs û Hawinan topbaran kirin. Piştî wê di bin sîwana tobaranê de, komên çete êrîş pêk anîn li ser her du gundên navçeyê û xwestin pêşde werin. Lê şervanên me besriv dan wan û şer derket. Di encama şerê dijwar ê 2 seat’an de êrîş vala hat derxistin û 7 çete hatin kuştin.
Piştî valaderxistina êrîşê, artêşa dagirker a Tirk herêm bi dijwarî topbaran kir û ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên gundiyan. Şervanên me bi çekên giran bersiv dan û navendekî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Meryemîn yê girêdayî navçeya Şera kirin armanc. Di encamê de 2 leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.”