NAVENDA NÛÇEYAN
“Welat eşqe, welat rumete û warê welatparêzane. Welat dîroka gelekî û civakekiye, ji welatê xwe hezkirin di rojên zor û zehmet de diyar dibe. Laikbuna welat xwe xistina mertal e. Kurdistan warê xwedewendan, warê Egidan û warê buheşteki cihaniye ye.
Piştî ku Tevgera Azadiyê li Kurdistanê derket holê, gel bi giştî ev pejirand û bû malê civakê. Tevgera Azadiyê ku buyê malê civakê giştî, dem dem bi çalakiyên cuda re di pêvajoyên giran re derbas buye.
Di cihanê de berxwedayinek ji ya Kurdistanê mezintir qet nehatiye ditin, berxwedayinek bi eşq û evîne. Ji ber vê ji bo Kurdistanek azad jiyankirin xwe xistina mertal, gelekî ewqas berxwedêr mohra xwe li dîrokê xistiye. Ji bo Kurdistanek azad û birumet jiyankirin bidehezaran şervanan bi xwîna xwe ji bo zarokên kurdan azad bidin jiyankirin şehid dibin. Ji bo welat bi xwîna şehîdan hatiye avdan ewqas girêdanbunek mezin heye. Ji bo xwedî derketina vê axa pîroz û lingên qirêj jê derbixe xwe dikin mertal û ji bo vê axa pîroz xwe feda dikin.
Em niha çalakiyên mertalê zindî yên ku li Kurdistanê çêbûne rêz bikin:
* Di sala 2005’an li Amedê çalakiya mertalên zindî hatiye destpê kirin. Beriya niha em li Kurdistanê bi rewşek wiha re rû bir û nemane. Bêguman ev ne tesadûfe ku ev çalakî li Amed li cihê ku Tevgera Azadiyê derketiye holê pêk hatiye. Di Tevgera Azadiyê de bi hezaran şehîd hatine dayin, gelê Kurd çalakiyên mertalên zindî wek nîşaneya girêdayînbûyina bi şehîdan girtiye dest. Di destpêkê di sala 2005’an ev çalakiyan destpê kiriye.
Divan salan de êrîşên dagirkeriyê li ser gelê Kurd bi giranî dihat meşandin. Ji bo pêşi girtina van êrîşan 500 ciwan derbasî Herêmên Parastîna Medya (HPM’ê) dibin, grubek mezin ji bo pêşiya van dagirkeriyan bigre tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin. Grubên mayi jî li HPM’ê çalakiya mertalên zindî didomînin.
* Di sala 2011’an de li çiyayê Qendilê ku Şervanên Azadiya Kurdistanê hene li wir çalakiya mertalên zindî tê destpê kirin. Di dîroka Kurdistanê de hertim berxwedan û xiyanet bihevre hatiye meşandin, yek ji van xiyanetan ji a PDK’ê ye ku xaka Qendilê ya Kurdistanê difiroşe dewleta tirk a faşîst û êdî Kurdistan dike du parçe. Êdî dewleta tirk a faşîst bi balafiran êrîş dibe ser çiyayên Qendilê û şer dide destpê kirin. Ji bo pêşî girtina van êrîşan di pêşengtiya Jinên Kurd û gelê Kurd de çalakiya mertalên zindî tê destpê kirin. Ev çalakiya mertalên zindî li Bakurê kurdistanê li Şirnexê navçeya Qilebanê li ser xeta sinor pêk hat û şev li wir diman. Ev çalakiya ku di pêşengtiya jinên kurd û gelê kurd de hati despêkirin êdî dewleta tirk a faşîst neçar man ku paşde vekşînin, bi paşdeçuna dewleta tirk a faşîst re gel jî li nêzikî kozîkên leşkeran bû û çalakiya xwe li wir berdewam kirin. Dayikan li çiyayên bilind pankartên bi nivîsa “Bila zarokên me nemirin, bila çek rawestin û bila alîgir guftugo bikin” hilgirtin.
* Di sala 2011’an de ji Wan, Muş, Ardahan, Bidlîs, Îdîr, Agirî û Qersê 1500 kes bi rêketin ji bo operesyonên dewleta dagirker dervey sinor bi despêkirina çalekîyên mertalê zindî li Çelê şermezar bikin. Guruba ku li Çelê hate sekinandin bi hovîtiya dijmin re ru bi ru ma û endamê meclîsa Wanê Ayhan Yildirim ji alîyê leşkerên tirk ên dagirker ve hat qetilkirin. Piştî vê buyerê esnaf bi girtina dikanên xwe dest bi çalakiyên şermezarkirinê kir.
Di sala 2014’an de li Şirnex navçeya Qilebanê de dîsa li ser xeta sinor a Roboskî çalakiya mertalên zindî hat destpê kirin. Li ser sinorê Herêma Kurdistan a federal di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk a dagirker de şer rû da. Ji bo rawestandina şer Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Hevserokê DBP a Şaredariya Şirnexê Hami Akti, parlamenterê DBP’ê Qileban û Şenoba Hilal di nav de û ji aliyê gel ve çalakiya mertalên zindî ku hatbû destpê kirin. Çalakvan serê sibehê bi êrîşa polîsên dagirker a bi bombeyên gazê rû bi rû ma. Gelê ku çuyin herêmê û bi îsrar çalakiya mertalên zindî dayin destpê kirin şer dane rawestandin artêşa tirk a dagirker neçarmaye ku paşde vekişin, bi vekişina artêşa tirk a dagirker ve gel berê xwedan xetên sinor yên herî pêş û ketin kozikên leşkerande.
* Di sala 2015’an de li çiyayê Tendurekê û Agiriyê çalakiya mertalên zindî hat destpê kirin. Ji ber operesyonên dewleta tirk a dagirker û di heman demê de çiyayê Tendurek ku wê weki herêma leşkerî bihata îlankirin, ji ber vê dagirkeriyê çalakiya mertalên zindî ji aliyê HDP’ê û gel ve hat destpê kirin. Çalakiya mertalên zindî ji aliyê parlementerê HDP’ê Agiri Mehmet Îlhan, parlementerên HDP’ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman û hevserokê şaredariya Îdirê Kiznaz Turkali bi wan re 250 welati berê xwe dan çiyayê Agirî û destbi çalakiya mertalên zindî kirin. Di heman demê de li navçeya Agiri, parlementerên HDP’ê Agri Dilan Taşdemir û Berdan Özturk, hevserokê şaredariya Agirî Sirî Sakik û 100 welatî berê xwe dan çiyayê Tendurek û beşdarî çalakiya mertalên zindî bûn. Armanca çalakiyê ew bû ku pêşî li ber operesyonên dewleta tirk a dagirker bên girtin.
* Di sala 2015’an de li Colemêrgê navçeya Geverê gundê Oremarê ji ber operasyonên dewleta tirk a faşîst çalakiya mertalên zindî hat destpê kirn. Parlementerên HDP, BDP û 60 welatî tevlî çalakiya mertalên zindî bûn. Herêmên ku ji aliyê dewleta tirk a faşîst ve hati qedexekirin çalakiya mertalên zindî li wir hat destpê kirin.
* Di sala 2015’an li Amed navçeya Licê ji ber şerê di navbera hêzên gerîlayên HPG’ê û artêşa tirk a dagirker de çalakiya mertalên zindî tê destpê kirin. Li Amed navçeyên Qeraz, Lîce û Hanê ji ber şerê di saetên sibê de di navbera hêzên gerîla û artêşa tirk a dagirker de destpê kir her ku diçû şer dijwar dibû ji bo pêşî girtina vî şerê dijwar li deşta Fîsê gel dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Bi destpê kirina çalakiya mertalên zindî re artêşa tirk a dagirker êrîş bir ser gel û 2 welatî li vir bigiranî birîndar dibin.
* Di sala 2017’an de li Xanesor a Şengalê ji ber êrîşên îxanetkar ên PDK dibirin ser gelê Xanesorê, li dijî van êrîşan di pêşengtiya jinên êzidî û gel de çalakiya mertalên zindî destpê dike. Di 3’ê Tebaxê de de pêşmergeyên PDK û hevkkarên wan êrîş birin ser gelê Şengalê. Ji bo derketin û ev êrîş were sekinandin gel li hember van hêzên xiyanetkar konên çalakiya mertalên zindî di pêşengtiya jinên şengalê û gel de hat vekirin. Xiyaneta PDK’ê li vir ji hat ditin û çawa bi hêzên xwînxwar re dibûn alîkar.
* Di sala 2018’an de piştî gefên dewleta tirk a dagirker ji Reqa heya Kobanê gel dest bi çalakiya mertalên zindî kir. Bi helwesta “Gelê Rojava yekin” li Kobanê di 19’ê Kanûnê bi beşdarbûna gelên Ereb, Turkmen, Suryan, Ermen û gelê Kurd de çalakiya mertalên zindî hat geşkirin.
* Di 14’ê Hezîrana 2019’an de li Binarê Qendilê bi pêşengtiya Jinên Gencanî Têkoşer û Ciwanên Welatparêz de li dijî êrîşên dagirker yên dewleta tirk yên li ser xeta Xakurkê heya Metina çalakiya mertalên zindî hat destpê kirin. Ciwanên ku bedena xwe kirin mertal ji bo berfirehkirina çalakiyê berê xwe dan Biradostê cihê ku şer lê germ bû. Di 24’ê Hezîranê de li Bradostê bi kon vedanê ciwanan çalakiya mertalên zindî dan despêkirin, ev çalakî nêzî 2 mehin didomin. Welatiyên herêmê û pêşmergeyên Dêrin bi serdanên xwe yên rojane piştgirî didin çalakiyê. Taybet îxanet û hevkariya PDK û YNK’ê bi vê çalakiyan tê şermezar kirin.
Bi van çalakiyan şer û operasyonên dijmin heya astekê hatin têkbirin. Dijminê ku çareseriya hemû pirsgirêkan di şer de didit li beramberî têkoşîna gel û ciwanan neçar diman xwe şunde vekişînin. Ji operasyona Lice ya 2005’an bigre heya operasyona li Xakurkê di sala 2019’an berxwedanên çalakiya mertalên zindî rolekî giring list. Di têkoşîna azadiya kurdistanê de ev çalakî hertim wek pêwistiyek dîrokî derketiye holê, ji milê din jî ev çalaki hêz û moral daye hêzên gerîla. Têkoşîna gel û hêzên gerîla mil bi mil li dijî dijminê dagirker buye xwedî berxwedayinek mezin û mohra xwe li dîrokê xistine.
NC/Faraşîn Sîdar