ÎZMÎR – Dewleta tirk a dagirker li ser tevahî beşên civakê êrîş û zextên ku bi destê serçete Erdogan û hikumeta dide kirin gihandiye asta herî jor. Ev êrîş û zext herî zêde li ser ciwanan dide meşandin. Ciwan ku rê dide ber civakê, bi êrîşên dewleta tirk a dagirker ve wek bê rojev hiştin, ji pêvajoyê durxistin û polîtîkayên fûhûş û maddeyên hişbir xistina meryetê rû bi rû dîmine.
Derbarê êrîşên faşîzane û bişavtinê yên dewleta tirk a dagirker em bi endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê Serhat Kocar re axivîn.
“HIKUMET DIXWAZE BI GIRTIN Û BINÇAVKIRINÊ ÎRADEYA CIWANAN BIŞKÎNE”
Endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Îzmîrê Serhat Kocar da diyarkirin ku dewlet dixwaze pêkhateyek ji ciwanan biafrine ku zext, binçavkirin û kiryarên hikumetê naxin lêpirsînê û bixwe bertek nîşan nade derxe holê û wiha domand: “Hikumet hêza xwe taybet li dijî ciwanan bikar tine, ji bo dînamîz û îradeya ciwanan bişkîne. Bi bînçavkirina, xwe ferzkirinê û girtinê dixwaze rê li ber siyaseta ciwanan bigre. Hikumetên bi vê hişmendiyê hertim ciwanan dike hedef. Dixwaze li pêşberî xwe ciwanên ku lêpirsin nakin, nafikirin, ji afrînandinê dûr e derxe holê. Ciwan bi awayekî rewa şiyasetê dimeşine, dixwaze vê îlegalîze bikin ”
Serhat kampanyaya “Pê ve neyê girêdan, Azad be” ku Meclîsên Ciwanên HDP’ê dane destpê kir nirxandin û wiha got: “Li dijî fûhûş, bişavtinê, û maddeyên hişbir kampanyayek wiha di pêşengtiya ciwanan de destpê kirin bi wate ye. Bi vê kampanyayê ciwanên ku hatine bişavtin dîsa ew wegerandina çanda wî xebatekî giringe. Xebatên ku ciwanan bi nirxên wan dide girêdan, helwesta ku di vê şiyarê de hatiye diyarkirin dide nîşandan.”
“CIWAN PÊWÎSTE HEBÛNA XWE BIPARÊZE”
Serhat ku gotinên, Ciwan pêwîste hebûna xwe biparêze û biafrine bikar anî wiha domand: “Li dijî polîtîkayên ku niha tê meşandin dem dema derxistina dînamîzma ciwantî ye û parastina wê ye. Ciwan pêwîste hebûna xwe bikarîbe biparêze. Ciwan pêwîste bikarîbe siyasetê biafrîne û şekîlê wê bide diyarkirin. Ciwan bila bifikirin û biafrînin. Di encamê de di qada legal têkoşîna ku tê meşandin bi maf e û rewa ye. Siberojên azad ancax bi ciwanan bên înşakirin û bi ciwantî me destpê kiriye, em ê bi ciwantî bidawî bikin.”