AMED – Polîsên Tirk ên dagirker serê sibêhê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê de girtin û mal seh kirin. Polîsan dema ku bi ser malê de girtin, deriyê malê şikandin û wiha ketin nav malê. Polîsan dema sehkirina malê weke dîn û haran hemû alav û amûrên malê li nava hev xistin û belav kirin. Piştre Mehmet Emîn Akgun û hevjîna wî Berîtan Boltan Akgun hatin destgîrkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.