RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ger ku çarçove wisa be, divê têgihîştina we pêş bikeve. Divê hun bi wêrekî veqetandina rast û çewtiyan bikin. Weke ku di her têkiliyê de hene, di vê derê de jî awayên ku ji şoreşê re xizmet dikin hene. Emê van veqetandina çêkin. Rewşên ku jê re bê gotin “erê’’ ango “na’’ hene. Ev der warê azadiyê ye. Qasî ku em vê derxin zelaliyê, emê biparêzin û serkeftina wê pêk bînin. Dijminên vê jî hene. Di nava partiyê de şerê herî bi ponijîn di vî warî de tê dayîn. Jina ku hatiye veguhêstin nav partiyê, tê weteya ku ji bo bûyera destpêk çêkirinê wê li ser şerê herî mezin bê dayîn. Tê wateya di têkiliyên jin-zilam de naskirina derfeta nêzîkatiya wekhev û azad. We, vê rastînê baş nedît. Lewma ji têkiliyan re sawî, zaroktî, bêast û seranser nêzikatî nîşan da. Ev, bi gor kevneşopîyan derbirîna siviktiya we ye. Halbûkî me ji bo şerê mezin hinek destpêkan da çêkirin. Weke ku jin tevlî partiyê bû, ma rizgar bû, naxêr. Tenê şensê şerê mezin bi dest girt. Me çek da destê jinê, ma xwe selimand, naxêr. Ji bo xwe biselmîne, me fersendek dayê. Tabî yên ku vê pir berevajî şirove kirin hindik derneketin. Yek-dudo gule diteqîne, xwe têxe şûna şoreşgerê çare çar. Dîsa di nava refan de bi hêza hinekan çend rojan li ser lingan mayînê wek selimandina kesayetiyê dinirxîne. Ev nêzîkatiyên pir zaroktî û xweperestî ne, gavên destpêkê ne; yên mayî wê ji hêla têkoşînê ve bê diyarkirin. Ma jixwe we platforma şer vedanê girt, lê wê şer qezenc ne kir; ji bo qezeçkirinê wê pir hewldanên we hebin. Tabî li ser jinê di çespandina têkoşînê de peydabûna me, riya tekane ya ku wê bi ser xwe ve anînê ye. Em bi her tiştê ku di alehiyê wê de ne re şer dikin. Bigihîjê her tiştê ku mafê te ne, lê ev bi têkoşînê dikare bi ser keve.
Kole, demeke dirêj mafê xwe yê hevrê girtinê tunebû, bi têkoşînê mafê hevrêtiyê qezenc kirin. Xulam jî zêde mafê xwe yê hevrê girtinê tune bû, di encama têkoşîneke dirêj de vî mafê bi dest girtin. Proleterya jî tam azad nebû xwediyê hevrêtiyê. Sosyalîzm ji vê re hindek derfet da. Dema em dirokê dinêrin, pêşketina malbatekê jî bi gelbûyînê, di welatekê de bi kombûyînê û bi dewletbûyînê ve pêwendiyên xwe hene. Çima di qereçiyan de damezraka malbatê zêde pêş neketiye? Ji ber ku cî û warên wan, nasnameyeka netew ê diyarî tune ye.
Van hemûyan, ji bo hinek pêşdaraziyên we hilweşînim û we bi rastînan re bidim nasandin dibêjim. Mirovên hewqas seranser û bêhêz dikarin çi bikin? Tenê ne jin, zilam jî wisa ye. Dema hun vê rewşê dijîn, emê behremendiya we ya dana ecibandinê çawa pêş bixin ango wê bi kîjan rûyê pêk were? Ma we vê qet hizir nekiriye? Ne şerm e, ez jî di wateyekê de hewl didim ku xwe bidim ecibandin. Ji ber ku serok, di ciyekî de yê xwe dide bêrpêşkirin e. Gelo wê gelê min, min biecibîne yan na, ango wê jin min biecibînin an na, her çende ku pirsgirêkeke wiha tune be jî, wê tu dewlemendiyeke wisa biafirînî ku gel te bipejirîne. Tu nikarî wek axayekî xwe li ser bidî runiştandin. Nikarî jê re mîrtî û paşatiyê bikî. Tu nikarî bibêjî: “hindek can lê hebe bila ew jî derkeve.’’ Tu nikarî wî li pêşberê xwe bînî halê acucan. Lê nêzîkatiyên we yên kevneşopî wisa ne. Di vê bingehê de pêşwazîkirina we ya mêr, pêşwazîkirina we ya çîna serdest, pêşwazîkirina we ya xortan heye. Gel û welat çi ye? Çî li ku derê ye? Çî ji ku derê hat, çû ku derê? Ez li ku dera vê me? Hun pirsên mîna vana nakin û bersîv nadin. Hun dibêjin, “wisa hatiye wê wisa here.’’ Tebî şoreş dixwaze vana bigûhere.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN