QAMIŞLO – Îro xwendekarên Efrînê li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê Encumana Xwendekarên Efrînê ragihandin.
Daxuyanî wiha ye;
“Weke ku tê zanîn di dîrok 18‘ê Adara 2018‘an de kantona Efrîn ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkirin, bi dagirkirina Efrînê re gelê Efrînê bi neçarî dest ji rêxistin, destgeh, sazî, zanîngeh û destkeftiyên xwe berdan û derbasî herêma Şehbayê bûn .
Ji ber ku gelê Efrînê tama azadî û şoreşê kirin, lewma jî dest ji doza xwe bernedan û bi giyanekî xurtir careke din rêxistina xwe li Şehbayê vejîn kirin. Di encama êrîşa ser Efrînê de nêzî 45000 xwendekar ji mafê xwendinê bêpar man, ev jî ji bo xwendevanan êşeke mezin bû, lê bi cihbûna gel li herîma Şehba dîsa dibistan û cihên perwerdê hatin vekirin, tevî kêm derftiyên li herîmê dîsa xwendin bi zimanê dayikê dest pê kir ji bo ku xwendekrên me ya asta xwendina bilind ji xwendin û zanîngehê dor nekevin zanîngeha Rojava deriyê xwe ji xwendekarên Efrînê re vekir. Xwendekarên ku li zanîngeh Efrînê tev ya ku perwnemaya amedehî li Şehbayê girtin derbasî zanîngeha Rojava bûn niha nêzî 100 xwendekarên Efrînê li zanîngeha Rojava de cih digrin
Ji bo ku xwendekar bê rêxistin, çalakî, afrandin û pêşketin nemînin weke gaveke nû em Encumana Xewndekarên Efrînê li Zanîngeha Rojava radighînin.
Armanca me ewe ku ev Encuman bikaribe ji astengiyên li pêşberî me re bibe çare û rêxistineke xurt ava bike, ku hemû xwendekarên Efrînê di vê zanîngehê de bibin xwedî rol. Ji ber ku destkeftiyên gelê kurd û sîstema netewa demokratîk li Bakûr û Rojhelatê Sûriyê di bin gefên dewleta Tirk de dijî em weke xwendekarên Efrînê û tevahî xwendekarên zanîngeha Rojava li hemberî van êrîşan xwe berpirisyar dibînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmên ” Bijî berxwedana Efrînê, bijî berxwedana Şehbayê, bijî berxwedana netewa demokratîk û bê serok jiyan nabê” hatin avêtin.”