KOBANÊ – Bi dirûşmeya “Axa xwe û Rumeta xwe biparêze, Dagirkerî û DAIŞ têk bibe” Yekîtiya Jinên Ciwan meşeke bi meşalayan lidar xist.
Bi dehan Jinên Ciwan ên Kantona Kobanê bi slogana “Bê Serok jiyan nabe” tevlî meşê bûn. Meş ji gundê Qeremox ê ku dikeve Şerqî ya Kantona Kobanê destpêkir û heta Konê çalakiya Mertalên Zindî berdewam kir. Piştî ku gihiştin konê çalakiyê daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Nûşin Kobanê ve hate xwend in.
Daxuyanî wiha ye;
“Di serî de em hemleya Tevgera Jin a “Ji bo guhertin û Azadî tu jî rabe ser piya” silav dikin. Di çarçoveya ev hemlê de bi dirûşmeya; “Me DAIŞ bi hev re têkbir em ê Rojava bi hev re biparêzin” a Kongre Star ku li Rojava destpê kir silav dikin. Em wekî Jinên Ciwan xwe pêşenge ve hamle dibînin. Êrîş û tehdîdên ku li ser Axa me tên kirin li hember wan de wekî Jinên Ciwan berxwe bidin û Rojava biparezin. Dewlet faşîst a tirk çavê xwe berdaye welatê me. Lê ev dewleta faşîst bila bizanibe ku me tucarî serê xwe netawandiye. Çawa ku Kobanê li hember DAIŞ’ê berxwedanyekî mezin da nîsandan îro jî amadeye li hemberî dewleta faşîst a Tirkiye bisekine. Kobanê bi berxwedaniya Jinên Ciwan ku di kaseyeta Şehîd Arîn Mîrkan derket holê, îro jî şopdarên Şehîd Arîn Mîrkanan in. Ne tenê ji bo Kobanê ji bo tevahî Rojava biparêze amade ne. Em bang dikin ku tevahî Jinên Ciwan bi rihekî seferbertî rabin ser piya Serî Hildin, nav berxwedanê de cihê xwe bigrin.”
Bi slogana “Bimre bimre koletî, Azad bike Rêbertî” meş bi dawî bû.