NAVENDA NÛÇEYAN – Di 11’ê Tebaxa 2018’an, li Pulumurê ya Dersimê di şerê dijî artêşa Tirk a faşîst de, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê, endamê Konseya Biryargeha HPG’ê û Fermandarê Qada Dersimê Atakan Mahîr (Ibrahîm Çoban) û gerîlayê Partiya Komunaran a Şoreşger (DKP) Barîş Kalafat (M.Ali Kasirga) bi wan re 8 gerîlayên din ên HPG û HBDH şehîd ketibûn. Milîsên HBDH ji bo salverga şahadeta wan û tolhildana wan li sê cihan çalakî lidar xistin. Di belavoka bi sernivîsa “Em milîsên serdema fezayê ne” û “Bagera me wê faşîzmê têk bibe” ku hatibû weşandin hate ragihand ku milîsên HBDH li Dibistana Tuzla Piyade, Uskudar Navenda “Zanistî” û Şirketên Pirrneteweyî ku boyaxê çêdike çalakî hatine lidar xistin.
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
1- Di 5’ê Tebaxê 2019’an de li dibistana Tuzla Piyade li qada wê a poligon û li herêma muhimmat bûn hedefa hêzên me. Piştî çalakî agirê ku rû da tirsa li ser rû hêzên dijmin derxist holê û rastiya ku tu cih ji bo wan ne ewlehe nîşan da.
2- Di 6’ê Tebaxê 2019’an li Uskudar Navenda Zanistiyê hêzên me çalakî lidar xist û di encama wê de şewat rû da. Beşek avahiyê bi temamî hate ruxandin.
Navenda Zanistê ya Uskudar ku wek “saziyek zanistê ye” tê zanin, ne wusa ye, ev nav tenê wek perdeyek ji bo veşartina karê bi perê bi xwîn tê bikar anîn. Wek di dîrokê de ku Akp bi “Sermaya şîn” tê zanin û şebeka kesên bi talankirine li dû zengînbûnê ye temsîl dike.
Esat Ertaç Erbesler ku ji bin her kevirî derdikeve, yek ji bingehvanên vê navendê ye.
Esat Ertaç Erbesler têkiliyên xwe bi Deniz Fenerinden, Beyaz Holdinge û şirektên elektrîkê heta mezatê giştî heye û bi wan re di nava hevkariyekê de ye. Ev kesê ku xizmetî aborî û rêxistinkirina faşîzma Akp-Mhp’ê dike, wek rêveberî cihê xwe di nav cemiyeta Ilim Yayma, waqifa Safa, Komela Cihannuma heta ku digeheje gelek komeleyên civakî û polîtîk de digre. Ji bo serveta xwe çavkaniyên abroî yên gel û welat talan dikin, di rêxistinkirina faşîzmê de cihê xwe digre.
3- Di 9’ê Tebaxê 2019’an li Tuzla li dijî fabrîkaya ku boyaxê çêdike çalakî pêk hat û fabrîka bû xwelî. Fabrîkaya ku şewitî giredayî Şirketên Pirrnetewe bû. Nûfusa cihanê ku 1/3 di bin sinorê birçîbûnê jiyan dike, ev kesên ku kaniyên cihanê talan dikin, bi destê hikumetan ku kedkarên erzan ferz dikin, baxçeyê kedxwariyê daye avakirin û ev şirketên tekedest jî xizmetî vê dike. Ev şirketan wê hertim bibe hedefa me.
Ev sê çalakiyên me li dijî kesên ku pergala kedxwarî û talakirinê diparêze, ew xwedî dike û birêxistin dike hatiye lidar xistin.
Ev çalakiyên ku me lidar xistine ji bo tolhildan û bîranîna 10 hevreyên me ku di refên HBDH şer kirine û şehîd ketine, wek hevreyê me ê rûken Atakan Mahîr, wek hevrê Mehmet Ali Kasırga bû.
Rehet razên hevrê me, “li çiya, li bajaran enextar di destên ewle de ye” Şoreşa Gelan a Hevpar berbi serkeftinê dimeşe. Em ê ji bo wê bedelan bidin.
Wek hevrê Atakan Mahîr gotiye;
“ji bîr neke,
ne serdema mesîh
em gerîlayên serdema fezayê ne,
ne Spartakus weke me bû
ne jî Che weke me şer kir,”
Em jî wek milîsên serdema fezayê bi teknîka ku me afriandiye li her dêrê ne.”