NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe ku di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Rêhevalê me Heqî Qarer di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Şera de di dîroka 9ê Tebaxa 2019’an de şehîd ket.
Hevrê Heqî, di nava malbatekî welatparêz de li navçeya Şera ya ser bi Efrînê ji dayik bû. Piştî dagirkirina Efrînê ji alî artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê ve, bi bandora berxwedana li dijî dagirkeriyê tevlî refên me bû. Hevrê Heqî, bi hêrs û kîneke mezin kêlî bi kêlî li hember dagirkeriya Efrinê di nava xwede dihewand û heta hênasa xwe ya dawî jî bi wêrekiyeke mezin têkoşîna xwe domand. Hevrê Heqî, berpirsyartiyên ku di berxwedaniyê de li ser xwe wergirtibû bi biryardarî û azweriyeke xurt bicîh anî.
Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Heqî Qarer
Nav û Paşnav: Hesen îso
Navê Dayikê: Henîfe
Navê Bav: Telet
Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn | Şera | Gundê Metîna
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn | Şera | gundê Merenaz 9 Tebax 2019
Em hevrê Heqî bi minnet û rêzdarî bibîr tînin, ji malbata wî û gelê me re sersaxî dixwazin.”