NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’yê got; “Hêzên me li derdora herêma Babê çalakiyekî bi bandor li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dar xistin û gelek çete kuştin.
Roja 9’ê Tebaxê (Duh) li herêma Babê derdora gundê Twês hêzên me bi çalakiyeke bi bandor ketin nav çeper û baregehên koma terorîst a bi navê Cebhe el-Şamiye. Di encama şerê dijwar yê 15 deqeyan dirêj kir de 2 motosîklêt hatin rûxandin, 8 çete hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn. Herwiha hêzên me dest danîn li ser 3 çekên AK-47, 1 çeka sekvaniyê, 1 dûrbîna termal, 11 jarjor û 2 rext.”