BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
LI GEVERÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN
HPG’ê got; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 8’ê Tebaxê li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li ser Girê Sîser ê herêma Çarçella ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiya sûîkastê li dar xist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
LI QEREQOLA YEKMALÊ HATE XISTIN
Roja 2’ê Tebaxê saet 08:00’an hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi bandor li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehate tespîtkirin.”