QAMIŞLO – Beriya cejna qurbanê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamişlo çûn serdana Pakrewangeha Delîl Sarûxan û li wê derê mûm pêxistin.
Bi wesîleya hatina cejna qurbanê û ji bo bîranîna şehîdan Ciwanên Qamişlo çûn serdana Pakrewangeha Delîl Sarûxan û li wir bi mûm pêxistine Şehîdên Şoreşa Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anîn.