NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got li navçeya Şera û Şêrawa yên Efrînê 7 leşkerên Tirk hatine kuştin.
HRE di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;
“Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma navçeya Şera û Şêrawa hêzên me bi çalakiyên xwe yên bi bandor derbeyan li dagirkeriyê dixin.
Roja 9’ê Tebaxê li gundê Kimarê yê girêdayî navçeya Şêrawa li hemberi alavên leşkerî û baragehên artêşa Tirk a dagirker hêzên me bi du çalakiyên hemwext derbên giran li artêşa dagirker dan. Yekîneyên me li gundê Kîmarê seyareyekê barhilgir ya leşkeri ku karên mêtîngeriyê yê avakirina û dîwarê veqetandinê çêdiki, bi çalakiyekê tevî ajokarê wê rûxandin.
Li heman gundî li hemberî kombûneke leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat li dar xistin. Di encama çalakiyê de barageh hat rûxandin, 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştîn û 2 serbazên Tirk ên payebilind bi giranî birîndar bûn. Artêşa Tirk a dagirker bi 3 firokeyan kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakirin û birin nexweşxaneyên li Tirkiyeyê.”