RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Em di qonaxeke pir girîng de diborin. Divê em hemû hêz û behremendiya xwe tevbigerînin. Pêwîst nîn e ku ev bê gotin jî. Lê mixabin ev di dema xwe de nayê têgihîştin. Tam berevajî, ji bo reşkirin, kirêtkirin û neyênîkirin çiqas gotin û libat pêwîst dikin, hewqas tê raberkirin. Gotûbêjek tê birêvebirin ku dilê mirov tîne ber devê mirov. Ev gotûbêj wêrekî didin dijmin. Di mercên herî zor de jî, min, ne axaftineke ku bêhêvitiyê bi xwe re bîne serf kiriye û ne jî tevgerînek pêşan kiriye. Lê ev nayê fêmkirin. Tim sihêlbûna xwe, çonayetiyên komekî û aliyên kirêtiyê çêdikin, didin axaftin.
Kadroyekê PKK’ê ya rastînî, di têkiliyên xwe de aliyên kêşvan, felatkar, ronahîkar û ajotkar yek kêliyek jî nikare paşçav bike. Li ba vana, pêwîst e ku bertek, revandin, radest girtin, xirakirin, xeniqandin û ber bi xitimandinê ve birin weke şêwaza koletiyê bê redkirin. Di vê mijarê de şerê me yê mezin heye. Pêwîst e bê dîtin; ji ber wê yekê tu mafê kesî nîn e ku bibêje, “têkiliyê çawa dixitîmînim, çawa dehf didim, çawa radest digirim, çawa diçespînim, çawa vala derdixim, çawa çep-rast didim kişandin, çawa tînim halê nayê jiyandinê, çawa ber bi şîlobûnê ve dehf didim û çawa dizivirînim têkiliya bêhêvitiyê. “Ev tev ji dijmin re xizmet dikin. Têkilî, divê bibe têkiliya hêviyê. Têkilî, wê di nava xwe de derfeta serkeftin û pêkanînê hilgire û di oxira wê de nêzîkatiya jidiltî û xweşbînîtiyê pêwîst bike. Wê tu şensê eşkerekirin û dahûrînê tim û tim bidiyê ku, têkilî û jiyan hindek pêşveketî bibin.
Di şerkirinê de jî xweşikbûnê zanîn, taybetmendiyê tevahî mezin şervanan e. Ger ku kesayetiya serkarî ya şerekî girîng pir balkêş nebe, nikare wî şerî bi rê ve bibe. Bihizirin, ger ku ez vê taybetmendiya xwe hindek pêş nexim, nikarim kesî bi xwe bidim gohdarkirin. Nexwe, ew şervanên ku wek we di pir zorî û zehmetiyê de ne, wê birevin û herin. Ezê hemû hunera xwe deynim rastê ku ev bila bibe şerê herî xweşik. Yanî bûyer li ser min zorê dikin. Bi meşandinên rojane tim û tim tê kirêtkirin. Tê rewşa nayê tebatkirinê. Ez, van tevan dibînim, şêwaza şer û jiyana xwe xweşik û kêşvan dikim. Hun dihizirin ku ev, ji xwe re çêdibim. Xwe xurtkirin, xwe anina halê hêza meşandine rê şêwaza têkoşînekê pir zor û xwedîbûna mercên wê yên têr, berpirsiyariyeke mezin e. Ger ev nebe, têkoşîn nayê vedan. Li piraniya serleşkerên me binêrin, kar û xebata wan şer, jiyan û têkiliyan kirêtkirin e. Ev, nakokiyeke wê yê mezin e. Mixabin, em ji uslub û hîtabê bigirin heya şêwaza şirovekirinê, ji pêşî vekirinê bigirin heya hêvî dayinekê, heya ji bo çima û çawa divê kar bi serkeftî be re diyarkirina rêk û azînan, di van hemû mijaran de serleşkerê ku xitimiyê heye li pêşberê me. Zor bela çend derfetên ku me daye destê wî, di nava hewldana qedandina wan de ye. Bi koman serleşker ango şervanên me yên wisa hene.
Ketina min rewşeke wisa, tê wateya qedandina şer. Şerê dozeke pir girîng tê dayîn.
Em, bi hemû hêza xwe ve, bi rêpîvana, “serokatiyeke rastînî wê çawa be” ve girêdayî dimînin. Ji ber ku libatên nêvenga me kirêt dikin zêde ne. Hema ji her tiştî re nêzîkatiyeke kirêt heye; dema ku têkiliyên jin û zilam dibe mijara gotinê, ev, pir balkêştir e. Di van mijaran de pêwîst e ku gelek mesafe bê wergirtin. Pêwîst e ji têkiliyê re bi hostayî nêzîkbûn, ji têkiliyê re bi xweşiktî nêzîkbûn, ji têkiliyê re tam bi hûrbijêriya hunerekî nêzîkbûn, perwerdekirina kesayetiya serkarî rastînî û ji jiyanê wane derxistin û gihîştin, bibe taybetmendiyeke wî yê jêveneger.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN