AMÛDÊ – Dewreya tenduristiyê a Jinên Ciwan li navenda ciwanan ya bajarê Amûdê pêk hat. Di vê dewreya perwerdeya tenduristî a bingehin de 21 Jinên Ciwan amade bûn. Şagirtên dewreyê nêzî 45 rojan perwerde ditîn. Di vê perwerdê de Jinên Ciwan der barê tenduristiya mirovan tiştên bingehin fêr bûn û xwe ji bo rewşên awarte amade kir. Di rewşên awarte pêwîste çawa bê tevgerandin, li ser van mijaran ders hatin dayin.
Şagirta dewreya perwerdê Nûr Ebidelrehman û heman demê de mamosteya zimanê Kurdî ji ajansa me re dewrê û perwerdeya xwe nirxandin. Nûr Ebidelrehman got: “Armanca tevlîbûna min ya perwewrdeya tenduristî, ji bo ku ez karibim alîkariya kesên nexweş bikim ji bajarê xwe çi dikeve ser milê me ji bo em pêk binin. Bi rastî bi tevlîbuna vê perwerdeya bingehîn ya tenduristî em fêrî bikar anîn amûrên tenduristiyê wek serûm, derzî û hwd bûn. Em tiştên mirovî ji vê dewreyê de fêr bûn. Di heman demê de heger êrîşekî ku ji aliyê dewleta tirk a dagirker de pêk bê em karibin kesên birîndar re bibin alîkar û karibin bi berpirsiyartiyê xwe rabin. Me xwe taybet ji bo rewşên awarte amade kir, da ku em bikarin bîrînê gelê xwe derman dikin.”
Mamosteyê tenduristiyê Ebidulqadir Yûsif ku ji bo dewreyê gelek ked daye, wiha axivî: “Me gelek dewreyên tenduristiyê li her bajarê Rojava vekiriye. Me gelek dersên bingehin yên tenduristiye dan wan. Ji ser êşê bigre heta mudaxaleyên destpêkê yên rewşa awarte. Gelek jinên ciwan yên bajarê amûdê tevlî perwerdeya tenduristiyê bûn. Jinên Ciwan di perwerdeya tenduristiyê ya bingehin de gelek cûrên derziyan, darvekirina serûman, cihazên ku tansiyon û agir dipîve fêr bûn. Hemû şagirtên dewreyê ji bo rewşên awarte amade ne û wan bixwe navê xwe da me ji bo dema pêwîste çêbibe em wan bişinin erkê. Li vî bajarê û gelek deverê din em amade ne xizmeta gel û şervanên xwe bikin. Û em dibêjin ku ji bo alîkariya hemû kesên birîndar û nexweş em amadene ji her tiştê ku dikeve ser milê me.
Leyla Zoro ji saziya tenduristiye ya bajarê Amûdê jî got ku pêwîste di her malekê de kesê ku ji perwedeya tenduristiyê fêm bike hebe, ji ber ku em niha di rewşekî awarte de ne, ger tiştekî awarte çêbibe ji bo bikare mudaxale bike. Taybetmendiyê vê dewreyê ew bû ku tenê jin cihê xwe di nav de girt. Ji dîrokê ve hertim jin ji tenduristiyê re pêşengtiyê kiriye. Ev tiştekî xwezayiye ku di şexsê jinê de pêşketiye. Me dewreyê bi şahiyekê bidawî kir. Em hêvî dikin ku ev jinên ciwan bi erka xwe ku dikeve ser milê wan rabe û ji gelê re xwe xizmeta tenduristiye bi cih bînin.