BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me di Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 11’ê Tebaxê saet 14:00 li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Koordîne çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derb li çeperên dijmin hate xistin hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
ÇALAKIYA SÛÎQESTÊ
Hêzên me yên gerîlayên YJA Starê di 10’ê Tebaxê de saet 10:00 li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li Girê Stuna çalakiyeke sekvaniyê pêk anîn. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Balafirên şer di 9’ê Tebaxê de şev bombe li derdora gundê Yekmalê yê herêma Garê û qada Xanturê ya herêma Heftanînê barandin.
Balafirên şer 10’ê Tebaxê saet 15:00 bombe li qadên Kunişka, Saca û Cîlo yê Biçûk ên herêma Zapê barandin.”