NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de êzidî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, ciwanê êzidî Dawid Cerdo Xelef (19) ku di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, radestî Mala Êzidiyan a li herêma Cizîrê kir.
QSD’ê bergiriyên pêwîst girtin û ciwan hate radestkirin. Çeteyên DAIŞ’ê sala 2014’an dema êrîşî Şengalê kir Dawid Cerdo Xelef tevî malbata wî ew revandin, her wiha ew li dijî hêzên Iraqê û QSD’ê perwerde kirin. Xelef tekez kir ku ji neçarî beşdarî 3 şeran bûye, her wiha gel caran hewl daye bireve, lê bi ser neket û di pêngava têkbirina DAIŞ’ê de xwe radestî QSD’ê kir. Xelef got ew ê li Şengalê vegere, hewldana dîtina malbata xwe bike û jiyana xwe ya normal derbas bike.