“Hewildanên kêşeya bakurê Sûriyeyê di dema borî de mezin in, navbera hemû aliyan li ser xaka Sûriyeyê. Bi taybetî her aliyek berjewendiyên xwe yên diyar û yê ne diyar yê ku li ser kar dike, bi hemû hewildanan û keysbaziyê dike ji valabûna kêm û zêde û nakokiyên herêmî û navdewlet de xwe dide der.
Niha li Sûriyeyê gelek senaryo hene û aliyên berjewendîperest ên li hev kirin, ên ji bo vê kar dikin di nava xapandinan de ne û li pey hin xefikan e ku daxwazên gelan kêm bikin. Piştî ku Tirkiye û Erdogan ketin eniya sist û bi hevalbendên xwe yên du dil re tevgeriyan, bi dijminatiya xwe ya dijî dîrokê derketin holê. Hevalbendên wan ên wekî Rûsya û Îranê jî bi hişmendiya desthilatdariya zordarî û qirker, xwestin bi ser bixin û wê dîroka qirkirinê careke din dûbare bikin. Lê meşa gelan a bi berxwedanê xemiliye, tu hêz nikare li ber bahoza wê rawest e. Dê nikaribin dîroka qirkirinê dubare bike û careke din ruh bidin hişmendiya serdestiyê. Ev ne li gorî pêvajoya diyalektîk û zagona gerdûnêye jî.
Dibêje ku dê wekhev bimîne û ne pêkan e wekî berê be. A niha sedema sereke ya ku faşîzm û dîktatoriyê mayînde dike ev hişmendî ye. Berovajiyê wê hinek rêber hene ku ji bo pêşerojê kar dikin. Ji bo dîroka qirkirinê carek din dubare nebe, pêşerojê ronî dikin. Lê Rûsya û Pûtîn hêj di dîroka borî de mane û hêj di dema Yekitiya Sovyetê de ne û li gorî wê cîhanê digerînin. Tirkiye û Erdogan jî di xeyalên dîroka borî de ne. Osmaniya ku 400 salan desthilatdariya xwe ajot, dîsa Îran û Xumeynî, sefewî û şîî xwe vegerandin împaratoriya farisî, Îskenderê Mezin ji herêmê revî. Lê van hersêyan bi xweşikî dîrok nexwendine û hêj di dema borî de mane, li wan wetrê dê xwe bi van xeyalan xelas bikin.
Ji ber hevparî û belavbûnê gelek dewletên bê hêz dixwazin herêmê bixin bin kontrola xwe û civakan qir bikin. Hişmendiya wan a serdest ew e ku mirovan bikin kole û bi rêya vê artêşa kolekirî, xeyalên xwe yên faşizan bibin serî. Amerîka ya ku qaşo bi proje hatiye herêmê, ew jî dixwaze tiştên kevin nû bike û ji wan hêzan ne cudatir e. Heke em bi kurtasî behsa rewşa bakurê Sûriyeyê bikin:
Hemû ji bo hevdu dijminiyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe şer dikin. Tu ji wan hêzan, berjewendiyên gel, civak û mirovahiyê nafikire. Yên der û dorê hemû têkiliyên xwe bi nijatperest û faşîstan re hene û hemû jî gelan qir dikin.
Ji bo wê birêz Ocalan bi rêya parêzerên xwe bang li gelên herêmê, hêzên navneteweyî û herêmî kir û got ku: “Ez dikarim ji krîza heyî re çareseriyê bibinim û şerê heyî di hefteyekê de bidim sekinandin. Li gel wê ji pirsgirêya kurd re çareseriyê bibinim.” Birêz Ocalan dîrokê baş dizane û bi felsefeya xwe ji pirsgirêkên dîrokî re çareseriyên mayînde dibîne.
Dûrî dogmatiyê ye, metafîzîk û felsefeya mirovan daniye, dîsa teqez kir ku çareserî ne di hişmendiya osmanî û nijadperestiyê de ye. Çareserî bi rêya demokrasiyê tê, lê ev hêzên ku em qala wan dikin, baweriya wan bi demokrasiyê nayê û ev pirsgirêka hemû aliyên dij demokrasiyê ye. Dixwazin yên dijberên xwe ji holê rakin û tu rêyê ji çareseriyê re nahêlin.
Dibêjin ku dê bi tundiyê çareser bikin, bi dagirkirin û qirkirina gelan dixwazin temenê krîza xwe dirêj bikin. Birêz Ocalan rêya çareseriyê danî pêşiya Erdogan, ji bo nekeve û guh bide çareseriyê ji dîrokê gelek mînakên rast danî pêşiyê. Dîktatorê ku dîrokê rast nexwîne, dê dawiya wî bê. Bila ev bibe derseke ji bo yên dû wan tên. Rêyên çareseriya herêmê di aştî û rast xwendina dîrokê de ye, heke dîrok rast bê xwandin, aştî esas bê girtin, dê aramiya herêmê hêj xurtir bibe. Ji bo wê jî divê kar ji bo pêşerojê bê kirin. Li ser bingeha mirovê azad, jiyana hevbeş, biratiya gelan û rêzdariya ji bo hemû çandan, birêz Ocalan van tiştan dibêje û pêşniyar dike.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo