RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Bêguman ev dahûrînên ku em didin pêşxistin, da ku kadroyên partiyê karibin derxin zanebûnê û bi taybetî jî gavên pratîk bavêjin, wisa hêsan nîn e. Hemû pirsgirêkên şoreşê wisa ne. Ger tu ber bi ya hêsan ve herî, ew dibe şemitandina helperest. Ger tu şêwaza me bingeh bigirî, pir rîskên xwe hene, lê tu dikarî encam bigirî. Tebî hewqas jinan ber bi çiya ve kişandin, bi zilaman re beranber girtin tim bi rîsk e. Lê hesabên sedsalan jî, di nêvenga şerekî dijwar de pirsîn, ya herî rast e. Rîska xwe heyê, lê hesab pirsîn jî tenê di ciyên wisa de dikare pêk were. Ger tu bi xirabî bi kar bînî, wê tu artêşa xwe wenda bikî. Hingê jî bedêlê bi serê xwe bidî. Bergîdaneke din ê rîskê jî ev e. Ger ku te jinê girt pêşberê xwe, tuyê wê azad bikî; heke te wê kiriye pêvek (çemkên li hember min wisa dikirin) wê tu bergîdanê bi serê xwe bidî û ku te xwe xist, wê tu biqedî. Bi awayekî din nabe. Tu asta netewî diafirînî; wê hemû jin û zilam bikevin nava pêşbirkekê. Emê bi awayekî din çawa karibin wê ketîbûna mezintirîn derbas bikin? Li virê va hêza hezkirinê, hêza evînê ku te di nava vê pêşbirkê de xurt dike bimeşîne, na ku tu bikevî paş refan û hindek jî bikişînî paş refan, wê gavê ya ku tu dikî tevgereke herî paşverû ye û nayê pejirandin.
Gotûbêj û dahûrînên di nava PKK’ê de di vê bingehê de ne. Ez hizir dikim ku wê gelek peywirên ku bikevin ser milên we hebin. Mînak, ez bawerim we jî di rabirdûyê de pirsgirêkê girtibû dest. Lê hun dinêrin dahûrînên me bêtir kûr in û ji bo peywiran jî, nêzîkatiyeke cuda pêwîst dikin.
Z.: Rast e, Serokê min. Dahûrîn gelek pêşketî ne. Lê di gihandinê de em pir zorî dikişînin. Yanî dahûrîn di asteke pir jor de ne. Tebî şûngeha civaka me jî diyar e. Lê jin bêtir hatiye xistin. Ji ber ve egerê jî, di yek carî de gihîştin, jixwe bêderfet e. Ez dixwazim diyardeyên Serokatiyê bişibînim wan hilkeftinên dîrokî yên dî. Mînak derketina hinek serokan heye. Bi taybetî, di xala gihandina hin hedef û armancên jinê de gavavêtinên pir bi serkeftî pêk anîne. Mînak, di qonaxa Mihemed de, derketina Îslamiyetê û dîsa derketinên dî jî hene. Di Kurdistan’ê de jî wisa ye. Em vê yekê di kesayetiya Serokatiya xwe de dibînin. Lê bi ya min pir giran û ji bo gihîştinê jî, pir zor e.
S.P: Tebî di wateyekê de em pirsgirêkê di aleyhiyê zilamê heyî de çareser dikin. Helbet pir zor e. Hemû zilam di vê mijarê de xwedibîn in.
Z.: Serdestiya zilam giran e.
S.P: Yekî wiha gotiye: “ma ez xêt im serdestiya xwe bi destê xwe ji rastê rakim!’’ Hindek rastînê diderbirîne, lê êdî em hindek di lehê jinê de tevgerînê didomînin. Ji bo min teşeyê têkiliyeke herî nayê tebatkirin teşeyê hev pejirandina jin û zilamekî ye. Bi ya min divê têkilî asta xwe, yan rewneq bin, weke helbestekê be, yan jî wek vehûna hunerê bê hûnandin, yan jî pê re bê şerkirin. Hun nêzîkê pejirandineke pir erzan dibin. Yek jî li serê gotûbêj dikin. Pir pir gotûgota wê dikin û şer derdixin. Bi ya min di virê de wendakirina mezin a civakê heye. Babeteke ku ez wek taybetmendiyê xwe digirim dest, di vê mijarê de xwe bêastnekirin e. Di mijara jinê de têkiliyên min xurt in. Hinek rêgez, rabes û helwestên ku ez raber dikim hene. Rûmet, rêgez, hewldan û hwd. tev tê de hene. Li hember paşverûtiya jinê hedirandin, ji hedarkirina li dijî mêtîngeriyê pir zortir e. Di temenê xwe yê pir piçûk de li hember dê û bavê xwe berxwedanê nîşan dam. Bi birayên xwe re hê jî di nava şer de me. Pêwîst e ev ji bo wê wateyekê biderbirîne. Ji ber ku ne babetekê wisa ye ku hema mirov derbas bike. Di mijara jinê de jî, têkoşîneke wisa mezin heye.
Heke hun dereng têgihîştibin, di têgihîştinê de zorê dikişînin, divê hun vê, bi çemka xwe ya sawî û teng ve girêbidin. Jixwe mezinbûna PKK’ê di giştî de heye. Ez dihizirim ku di nava keç û xortên PKK’ê de pîrozbûneke diyar heye. Heta yê gav davêje nava PKK’ê di vê mijarê de dilêr e. A herî hindik xeleqa pêşî ya hezkirinê girtine. Tebî ev bi serê xwe têr nake. Hatina nav rêxistineke weke PKK’ê, di nav rêxistineke weke PKK’ê bi hêsanî hêza xebat û şerkirinê raberkirin, dikare hezkirinê bide destpêkirin. Lê belê bi vê qîmanîn, bi vê leyistin nemerdiya herî mezin e. Şaş helwesta di virê de ber bi karesatê ve dibe.
Di bingeh de ev tev ji hêla Serokatiyê ve tên hizirandin û ji partiyê re weke polîtikayekê tê teyisandin. Di nava partiyê de, e ji polîtikaya zayendîtiyê bigirin heya polîtikaya evînê tev hene. Heke hun bi vê tênagihîjin, sedemê bi paşdemayîna xwe ve girêbidin. Em ji girêdana jinê bi rêxistinê bigirin heya girêdana hestyarî nêzîkatî hene. Em ji girêdana jinê bi gerîla bigirin heya civakbûnê re tevkarî berpêşkirinê nêzîkatî û polîtîka hene. Ger ku hun tênegihîştibin, vê bi paşdemayî ya xwe ve girêbidin. Jin pir helbest dinivîsînin, distrînin, hestdar in. Yê me jî, di têkiliyan de şêwaza me ya strandinê, xwendina helbestan heye. Em helbest û stranê ne ji bo vehesandinê, ji bo wêrandina asta netewî dixwînin. Ji Serokatiyê wekî din tişt nayên xwestin. Zoriya serokatiyan di virê de ye. Wê kadro jî hindek bi vê têbigihîje û bisepîne, vê disîplînê wê nîşan bide. Ez hizir nakin ku hun di rabirdûyê de hewqas têdigihîştin.
Z.: Di nava partiyê de pêşketineke girîng heye. Vê bi civakê dana pejirandin, ji binkeyê re dana pejirandin gaveke girîng e. Lê…
S.P: Dibe ku hun şaşwaz bibin, ditirsim ku hun pir zorî bikişînin.
Z.: Em di wê xalê de mane.
S.P: Di nava PKK’ê de keç rabûne pêngava melekbûnê. Çi ye melekbûn? Hun dizanin pir zor e. Hun mirovên ku mirinê dane berçav in, hem jî layiqê vê ne. Ev tam nehatiyê têgihîştin. Jixwe her tişt tam hatiba têgihîştin, pêdivî bi Serokatiyan nedima. Hilawestineke diyarî em pêk tînin. Misoger e ku pîrozî heye. Dijminên wê jî pir in, dostên wê jî. Eşkere ye ku wê hêsan nebe. Ez jî xwe rojane digihînim gerîlayekî. Ez pêşengekî xurt dikim. Hun jin jî pêl bi pêl tên, hewl didim ku pêşiya wan vebikim. Yê ku hatin, li hawîrdor me mîna dêranekê bûn, şekl û fesala wan tunebû. Ya herî xirab, dihizirin ku bi xwe van pêşketinan pêk anîne. Ne wisa ye, helwdanên cîhanekê pêwîst dikin. Ev tênegihîştina we, bêtaloxî û kêmahiyeke mezin e. Ez hizir dikim ku çewtiyeke mezin jî di virê de tê çêkirin. Mirov dikare birame ku nêzîkatiyeke taybetê şoreşên mezin, di vê mijarê de hatiye pêşankirin. Ew şoreşên ku tê gotin pir zanistî ne, her tiştên wan nîvî nîvî proje û ûtopya ne. Ev mijar, ji bo me jî, ji bo Îslamiyetê jî wisa ye. Hz. Mihemed, ji bo îslamiyetê dibêje ku, olê dawî ye. Kapîtalîzm qala biratî û aştiya bêdawî dike. Sosyalîzm dibêje, komunîzm gihîneka herî dawî ye. Ev proje ne. Em, ji bo jinê qala wekhevî û azadiyê dikin. Ev jî projeyek e. Lê pêkanîneke sînordar jî, pir nirxdar e, gaveke qirase ye. Şoreş niha di mijara jinê de wisa seyr dike. Heman tişt ji bo zilam jî derbasdar in. Pirsgirêk yek alî nîn e, weke goşt û neynûk e. Em eşkere bin, qasî qutbûna ji rabirdûyê, heya lêkirina xeleqeyên azadiyê divê em bi îdîa bin. Em neşikînin û nerijînin. Bi taybetî jî, divê astengî neyên çêkirin di şer û jiyana rêxistinî de. Ger ku di rewşeke wisa de mayîn çêbibe, pêwîst e hema helwest bê raberkirin. Şêwazekê ku jiyanê xurt dike, em li her ciyê û di her demê de bidin rûniştandin. Ji bo vê yekê jî em bi xwe bawer bin. Ew qencî, rastî û xweşiktiya me wenda kiriye, em qezenc bikin. Em di riya rast de ne. Ger ku em bi armancên xwe vê girêdayî bijîn, dîsa çeka têkoşînê bi gor mercên şênber li xwe bikin û bi kar bînin, emê hemin qezenc bikin.”
24 Rezber 1993
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN