NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand.
HRE’yê di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir;
“Li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên bi bandor yên hêzên me li herêma Efrîn û derdora wê bê navber berdewam dike.
Roja 13’ê Tebaxê li derdora gundê Til Medîq yê girêdayî herêma Şehba li hember komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker hêzên me çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin. Piştre di navbera şervanên me û çeteyên dagirker de şer çêbû, lê belê encamê vî şerî nehat zelalkirin.
Hemwext artêşa Tirk a dagirker gundên Merenaz, Malikiyê yên girêdayi navçeya Şera û gundên Um el-Hoş, Til Medîq, Semûqa yên girêdayî herêma Şehba ku tije sivîl in, bi çekên giran û bi balafirên Drone topbaran kirin. Di encamê de li herêmê ziyaneke mezin gihişt mal û zeviyên sivîlan.”