RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ev bi salan e yê me jî şêwazeke me heye; me vê bi pir alî vegot. Hem di asta çemkê de û hem jî wê derbaskirina jiyanê de birîdayînên me yên rewneq çêbûn. A ku min pêş ve dibe, çalakiya di rasteriya vê çemkê de ye. Hem bi rastiya çemkê bawer dikim, hem jî çalakiya xwe xedar dikim û bi vî awayî ya ku nayê bawerkirin dikare pêk were. Baş e ev çima li ba we pêk nayê? Ez tenê di wateya siyasî, rêxistinî û leşkerî de nabêjim, di aliyê pêşxistina jiyana civakî de jî dipirsim. Ez di nava pergala çawa jiyanek û têkiliyeke civakî de peyda dibim? Di bingeh de çalakmendiya herî mezin a vê bi rê ve dibim. Ez, çima heya vî temenî, xwe di vê rewşê de digirim? Ev, ji wan çalakiyên herî mezin yek e. Di aliyê teqala têkiliyên civakî de xwe wisa netkirin, tûjkirin, komîserhevkar û balrakêşkirina min, di bin de çemkeke şoreşa civakî ya mezin radikeve. Ango şoreşa bingehîn jixwe civakî ye. Yanî xebata partiyê û xebata leşkertiyê amrazek e. Armanc jî, da ku hatina asteke tê jiyandin pêk were, jiyana civakî re giyanwerî dana qezenckirinê ye.
Çima wisa net diaxavim? Ji ber ku zimanê mirovên me wesle wesle û lalûte ye, têgihîştina wî tune. Çima ez xwe vedigerînim yekî balrakêş û li her ciyê çûyî yekî ku tê rişt girtin? Ji ber ku em radestê bastûreke netewî, civaki û binkeyeke fermî ya di dîrok û îroyîn de çi netewên nûjen jê re rêzdarî nagirin û bela serê roja îroyîn e, nebûn û me li dijî wê li ber xwe da, di alî civakî de asta pejirandinê hindek werdigirin; di nava gelê xwe û dostan de eleqe dibînin; ji dijmin re jî rêzdariyê didin ferzkirin. Em bêtir şênber biaxivin, min bi salan nikaribû xwe bi gundiyekî bidana gohdarkirin. Daxwaz û arezûya min çi dibe bila bibe, min ji we re vegot ku min ne bi diya xwe, ne bi bavê xwe, ne bi gundiyan, ne bi hevalên dibistan û zaroktiya xwe dame gohdarkirin. Li wirê di pêvajoyeke pir balkêş re bihûrîm. Dîsa di aliyê jiyana civakî de hinek babetan net bikim: Di nêvengeke gundî ya wisa de têkiliyên malbatê ka çawa asteng in, bi nakokiyeke zir ka çawa malbat ji hev re tên dijminkirin, vê çawa weke xeternakiyekî dîtim, min ji we re vegot. Ev çi ye? Hindek pêşketina civakî xwestin e. Li pêşiya pêşketina civakî nakokiya Kurd a navûdeng heye; doza xwînê, qirêna cîran, qirêna kuçikan, qirêna keran, qirêna bostek erd… Va, xeteriya vê dîtin e. Ev jî, wê asta civakî ya paşketî û hoveber re rewşa bertek raberkirinê ye. Ji vê bêzar dibim. Hê di zû de bersîva ku peyda dikim, dibe gihîştina berevajiyê ye. Gihîştina berevajiyê çi ye? Emê nebibêjin binkeya civakî ya gundiyê niştecî, li hember binkeyeke ji civakbûnê re pir girtî, hindek civakîbûn afirandin e. Hê di wan qonaxan de têkilî bi hemjiyên xwe re avakirînê xwe nedame paş. Jiyê min heft-heşt, nebe deh bû, di nêvenga gund de yekemîn têkiliya xwe ya veşartî wisa ava kirim. Baş tê bîra min, bi wan zarokên ku mezinên mala me ji wan re digotin malbata dijmin e re têkilî ava kir. Rêxistiniyeke veşartî… Yên ku ew bi dijmin dihesibînin re weke hevalekî pêşwazî kirim. Yanî armancekî berovajiyê armancê niştecî. Têkoşîna me bi nepejirandina têgîna dijminatî ya wan dest bi pê kir.
Ger bê dîqatkirin, ev, nakokiyeke civakî wisa berevajîkirin û pêdiviya lêgerîna çareseriyê diderbirîne; hem jî hê di wî halê min ê zarokatiyê de.
Me qala nakokiyeke nav malbatî kir. Malbat, bingehîn yekeya civakî ye. Zexta malbatê ya li ser me pir şênber bû. Jixwe di hundirê xwe de neçareseriyekê dijiya. Pîrik jixwe di jor de bi temamî qefil bûne, rastîneke qeyranê ya herî ponijîn dijîn diderbirand. Evê sîtavka xwe dida me û jixwe ev jî, rewşeke di gelemperiya Kurdistan’ê de dihate jiyandin bû. Dema ku hindek jî demxeya kapîtalîzmê lê hate xistin, em bibêjin di salên 1950’yan de, pergala klasîk a kevin hilweşiya. Li hember pergala nû jî, tu çekên parastin û bergiriyê tunebûn. Tebî ev jî, li ser zarokên di malbatê de wê encamên herî neyînê çêkin. Ev çi ne? Di wê qonaxê de hinekan digotin, “em ji zarokên xwe re olê bidin fêrkirin”, hinekan, “em rê bikin dibistana seretayî”, hinekan, “em rê bikin zeviyê, wê baş cot bike”, dîsa hinekan jî digotin, “bila here li Edenê bixebite, yan jî li bajarekî din bibe karkerê înşaetan.” Zarokê ku tê dehpazdeh saliya xwe, hemin malbat dixwaze bavêje nava çareseriyeke wiha, ew jî neçar e xwe li yekê bipêçe. Tu li zeviyê tevbigerî, wê tu bibî gundiyekî xêv; di hundirê wan mercan de bixwazî perwerdehiya olî bibînî, wê tu bibî suxteyek. Di dibistana Tirk de bibî mamûrek, wê tu bibî yekî herî bintûte û mandelkar. Bibî karkerekî înşaetê ango pale, di nava xwîn û xwêdanê de bixeniqî ango bi kêrî tiştekî nayêtî, hingê jî weke lope-tolazekî her bigerî. Yanî bijartekekê din nîn e.
Tebî em van tevan hêdî hêdî hîs dikin. Ev jî dibin mîna pêlên bahreke rabûyî ku bi ser me ve tên û dixwazin me bixeniqînin. Bandora vê di hundirê malbatê de çawa çêbû? Gava ku malbat xwest me bikişîne nava vê rabûyînê, me hindek bervêdan kir. Ev jî dibe qirêneke civakî. Her ku diçe li hember xwesteka malbatê ya ku dikişîne ya ber bi cûkên kevneşopî yên kevin, ya jî cûkên mêtîngeriya nû bertek û serhildan pêş dikevin. Di vir de ya girîng ew e ku, bi taybetî di ezmûneya min de, şûna pejirandina yê tê çespandin, hindek xwe ezmûnekirin, hema ji her karî re gav avêtin, lê yekî jî pesendnekirin, redkirina bûna yekemîn zarokê malbatê û di vê wateyê de xwe daxistina şûngeha bûyîna “Zarokî bêxêr.’’ Ev tê çi wateyê? Ev, têkilbûna nakokiyekê ye; yanî ketina nakokiya malbatê ye. Ger ku tu ketî nakokiya malbatê, ev jî tekoşînê pêwîst dike. Tebî têkoşîn jî hêz dixwaze. Ji bo ku tu bibî hêz jî, wê tu biriya xwe bidî çep û rastê, xwe seh bikî. Nexwe tu bibî serseriyek û herî. Me jî hewl da ku em ji malbatê birevin. Min çîroka vê vegot. Ji bo serxwebûna takekesî li xizman xwe hewandin, çend heftî çûna kar, tiştên li xwezayê peyda dibin komkirin (her çende ku zêde wilfa me tunebe jî) ji bexçeyên dewlemendan hindek tişt komkirin ango berê xwe dayîna diziyê…Ev, tiştên ku mirovê dixwaze xwe serbixwe bike, karên di pêşî de tên hiş in. Di vir de ya girîng, li hember binkeya civakî û malbatî ku pir paşdemayî ye û tîne ber xeternakiya daqurtînê, bervêdankar nêzîkbûn e. Encamên vê tê zanîn.
Ji vê encamê herî girîng a ku bê derxistin ev e: Heke ku we jiyaneke civakî û malbatî bêbervêdan pêşwazî kiribe, bi îhtîmaleke mezin li ba herzkirina kevneşopiyan, bi taybetî nîşan dide ku hun ketine bin bandora kevneşopiya malbatê. Ev jî di radeyeke girîng de kesayetiya wê tewişandiye. Ew têkoşîna ku nehatî dayîn we hindekî tîne vê şûngehê. Yanî têkoşîn vedan jî, bi serê xwe behremendiyê dixwaze. Ger ku we vê behremendiyê jî nîşan neda, wê hunê bikevin nava tîma lope û serseriyan. Hun dikarin rasteqîna xwe di nava vê vegotinê de peyda bikin. Hun, ya bi teşeyekê pesendkirina taybetmendiyên pergalê têrbûyî bûne, ya bi kevneşopiyên malbatê mezin bûne, ya jî bi giranî bûne lope û serserî, bêkar, bêxebat û bêraman mane. Ev, rasteqîna we di rêjeyeke girîng de eşkere dike. Lê belê ev, nêzîkatiyeke rast û çareseriyeke mirovanî yê guncav nîn e. Çareseriya şoreşgerî tam jî di vê xalê de dikeve dewrê, hem jî bi teşeyê xedar dikeve dewrê.”
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN