HEWLÊR – Du ciwanên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku piştî çalakiya Hoqabaz a li Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve hatibûn girtin, piştî 17 rojan serbest hatin berdan.
Li Hewlêrê di 17’ê Tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz çalakiyek hatibû pêkanîn û berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hatibû kuştin. Piştî bûyerê, dibin navê lêpîrsînê de gelek ciwanên bi dehan ciwanên Wargeha Mexmûrê yên li Hewlêrê di karên cuda de kar dikirin, hatin girtin û lêpirsînkirin. Gelek kesên hatibûn girtin piştre hatin berdan.
Du ciwanên ku bi heman hincetê di 26’ê Tîrmehê de li Hewlêrê hatibûn girtin, 17 rojan di bin çavan de hatin hiştin. Herdu ciwan têkildarî bûyerê di lêpirsînê re hatin derbaskirin û di nava vê demê de destur nehat dayîn ku malbatên wan jî hevdîtinê bikin. Her wiha zanyariyên derbarê wan de nehatin dayîn.
Herdu ciwan piştî binçavkirina dirêj, di 12’yê Tebaxê de serbest hatin berdan.