NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên tirk ên dagirker li Mêrdîn, Şirnex û Îzmirê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin. Di nav de endamên Meclîsa HDP’ê jî heye herî kêm 27 kes binçav kirin. Polîsên dagirker li Nisêbînê gule berdan deriyekî û derî vekirin.
Polîsên dagirker li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Stewrê yên Mêrdînê bi ser gelek malan de girtin. Polîsên TEM’ê di serdegirtina malan de lêgerîn kirin û alavên malan tev li hev kirin. Polîsên dagirker li Stewrê endamê HDP’ê Hatip Oncu û bavê wî Ferhat Oncu û Endamê HDP’ê Hamza Agirman, Abdulkadir Tati û Faysal Taş jî binçav kirin.
LI NISÊBÎNÊ GULE BERDAN DERÎ
Li navçeya Nisêbînê jî polîsên dagirker bi ser mala endama Meclîsa Şaredariyê Zeynep Sevluş û endamê HDP’ê Erhan Mutlu de girtin û li malê binçav kirin. Polîsên dagirker dema bi ser mala Erhan Mutlu de girtin gule berdan derî û bi guleyê derî vekirin. Polîsên dagirker gule berdan derî û derî vekirin piştî li malê lêgerîn kirin hemû alavên malê belav kirin. Kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.
LI ŞIRNEXÊ 6 KES BINÇAV KIRIN
Polîsên dagirker li Şirnexê jî bi ser malan de girtin û 2 kesên navê wan nehat zanîn binçav kirin. Li navçeya Hezexê jî polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Eraslan û Vahap Ozel, Îdîl Yalçin û Hatice Kaya binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şirnexê
LI ÎZMÎRÊ 13 KES BINÇAV KIRIN
Polîsên faşîst li Îzmîrê jî bi ser gelek malan de girt. Polîsên faşîst di serdegirtina malan de di navde Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Narlidere Mehmet Gul jî heye 13 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê ye” binçav kirin. Polîsên faşîst kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê. Kesên hatin binçavkirin navê wan wiha nin: “Hevserokê HDP’ê yê Narlidere Mehmet Gul, Denîz Yilmaz, Şevket Topkaya, Ozcan Ertan û Yasin Dalbudak