BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) bi peyamekê 35’emîn salvegera 15’ê Tebaxê di serî de li mîmarê azadiyê Ocalan, gelê Kurd, şervan û hemû parêzvaên Kurdistanê pîroz kir.
NPG’ê got: “Guleya ku ji luleya tifinga Mahsum Korkmaz wê şevê derketî ew qêrîna Îsrafîl a roja qiyametê bû û mirî êdî hemû ji xew radibûn. Ew dara hişk êdî şîn dibû û ew Kurdistana ku li çiyayê Agirî medfun beton diqelişand û li serê çiyayê Kurdistanê dibû volkanek û xezaba wê dipijiqî ser dagirkeriya dewleta Tirk.”
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel (NPG) 36’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê ya pîroz di serî de li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, tevahî şervan û parêzvanên Kurdistanê pîroz dikin û di şexsê şehîdê mezin fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de em hemû şehîdên şoreşê bibîr tînin.
Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel wiha ye:
“Sala 1984’an roja 15’ê Tebaxê di saetên êvarî de fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) bi taximeke gerîlayên azadiya Kurdistanê ve êrîş bir ser bargehên dagirkeriya dewleta Tirk ê li bajaroka Dihê ya girêdayî Sêrtê. Di nav çend deqeyan de hemû hedefên dijmin îmha kir û dest danî ser gelek çek û amûrên leşkerî. Bêyî ku windahî bide, paş de vegeriya. Her wiha di heman şevê de taximeke gerîla êrîşê Şemzînan navçeya Colemêrgê kir û li wê derê jî derbeyên giran li hêzên ewlekariya artêşa Tirk dan.
Cara dawî ku Kurdan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk serî hildabûn û çek rakiribûn raperîna Agirî û Dêrsimê bû. Lê dagirkeriya dewleta Tirk bi hovîtiyeke xirap van her du raperînan têk biribûn, komkûjiyên mezin çêkiribûn, bi deh hezaran însanên Kurd li Geliyê Zîlan û Dersîmê qetil kiribûn. Bi sed hezaran însan koçber kiribûn û dûv wê re jî pêngaveke jenosîda çandî û asîmîlasyonê dest pê kiribûn. Dijmin bawer kiribû ku êdî tovên welatparêzî û Kurdayetiyê li Kurdistanê hişk kiriye. Piştî 50’î salan ji bêdengiya mirinê ya li Kurdistanê hikum kirî yekemîn car di bin berpirsyartiya fermandar Mahsum Korkmaz de careke din serî hilda û çek li hember dagirkeriyê şixûland. Ji bo vê yekê di nava gelê Kurdistan û gelên cîhanê de vê êrîşê deng veda.
Guleya ku ji luleya tifinga Mahsum Korkmaz wê şevê derketî ew qêrîna Îsrafîl a roja qiyametê bû û mirî êdî hemû ji xew radibûn. Ew dara hişk êdî şîn dibû û ew Kurdistana ku li çiyayê Agirî medfun beton diqelişand û li serê çiyayê Kurdistanê dibû volkanek û xezaba wê dipijiqî ser dagirkeriya dewleta Tirk. Ew roj bû roja vejîna hêviyên çilmisî û wê rojê êdî hêviyê azadiyê li Kurdistanê çêdibû û hesabê dagirkerî û komkujiya sedan salan ji dijmin hate pirsîn. Ew dengê guleya şeva 15’ê Tebaxê li bajaroka Dihê deng veda bêdengiya mirinê ya sedan salan li Kurdistanê rakir û heman wextê derbeya giran li rihê koletiyê, tirs û xofa dilê însanên Kurd de da. Ew vîn û rihê Kurd ê azad a nûjen bû. Ji ber wê ji bo vê rojê tê gotin, “guleya yekem”.
Li hemberî vê pêngava dîrokî dagirkeriya dewleta Tirk matmayî mabû û çavên xwe tarî bibû û bi hemû hêza xwe ket êrîşê û hemû dinyayê îlan kir ku, di nav 72 saetan de wê wan eşqiyayên ku ev çalakî kirî bê serû şûn bike. Gelo dagirkeriya dewleta Tirk bi çiyê xwe bawer dikir ku ewqas ji encamê piştras bû. Ew bi nîv mîlyon artêşa xwe bi top, tang û teyareyên xwe bawer dikirin. Raperînên li Kurdistanê qewimîn hemû têk biribûn û komkujiyên mezin pêk anîbûn. Ji van her du sedeman bawer dikirin ku bikaribin hêzên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên binê ala PKK’ê de dest bi şerê çekdarî kirî di demekê kurt de ji holê rakin.”
NPG’ê bal kişand ser roja 15’ê Tebaxê û ev nirxandin kir: “Ji roja 15’ê tebaxa 1984’an heta roja me ya îro dagirkeriya dewleta Tirk hemû çiyayên welatê me bihost bi bihost daye ber top, bombe û teyareyan. Bi dehan caran çiyayên me şewitandin e. Bi hezaran gundên Kurdistanê şewitandine û hilweşandin e. Bi deh hezaran însanên me yên sivîl, welatparêz çi bi navê faîlên nediyar, çi jî bi komkujiyan şehîd xistin e. Cardin bi sed hezaran artêşa xwe xistine tevgerê û hemû çiyayên Kurdistanê bi sedan caran êrîş û operasyon pêş xistin e. Lê nekarîne ew agirê 15’ê Tebaxê bitefînin û gerîlayên azadiya Kurdistanê lewaz bikin. Her wiha ji wê rojê heya roja me ya îro kîjan serokomar, serokvezîr û serokerkanê dewleta Tirk hatine ser desthilatê planê tinekirinê çêkirine, biryar girtine û soza tesfiyekirina gerîlayên azadiya Kurdistanê dane. Lê vana hemû gindirîne sergoya dîrokê û li hemberî van gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku 15’ê Tebaxê tenê bi sê taximan çalakiyên li Botanê pêk anîn her çû mezin bû, gîhaşt hezaran û li hemû çiya û deverên Kurdistanê xwe belav û bi cih kirin. Di van 35 salên bihûrî de gerîlayên azadiya Kurdistanê her girekî li ser çiyayên Kurdistanê kir kêleheke şer û berxwedaniyê. Yek qereqol, bargehên leşkerî yên dijmin neman ku bi dehan car nebibûn hedefên gerîla. Yek cade yek saziya dewletê yek bajar li Kurdistanê neman ku bi dehan car derbeyên giran nexwarin. Gerîlayên azadiya Kurdistanê ev 35 sal in dîrokeke destanî ya berxwedaniyê nivîsand.
Dagirkeriya dewleta Tirk di konsepta xwe ya tinekirinê de û êrîşên xwe yên li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê şaşitiyeke mezin kiribû û tiştekî esasî ku nexistibû hesabê xwe ev bû, vê carê yên çek hilgirtine û şer dikin milîtanên PKK’ê ne, şagirtên Rêber Apo ne, bi felsefe û bîrdoziya azadiyê ya Rêber Apo hatine perwerde kirin, xwedî pîvanên nirxên însanî ya bilind û xwedî hişmendiyek a jiyaneke bi wate û xwedî armancê mezin a azadiyê ne. Li ser vî bingehî xwedî îradeyeke ji pola, cesaret û baweriyeke nayê hejandinê ne. Dijmin hesap nekiribû ku, di bin berpirsyartiya fermandar Mahsum Korkmaz de li Kurdistanê hêza şer dike êdî cara yekemîn artêşekî modern, artêşeke gerîla ava dibe. Xwedî asteke perwerdê ya xurt, xwedî dîsîplînekê ji pola, xwedî stratejî û taktîka şer û rêbazên şer ên xilûqkar e. Cara ewil bû ku di dîroka Kurdistanê de êdî ji bo gelê Kurdistanê hêzekê parastinê ya modern bi vî astî xwedî dîsîplîn, xwedî rêxistinbûn û planên xurt hatibû avakirinê.
Bi rastî Rêber Apo li Kurdistanê û Rojhilata Navîn ji bo gelên bindest li hemberî dagirkerî, faşîzm û dîktatoriyê bi hêzekî çawa wê bikaribin xwe biparêzin û şer bikin, fermadariyeke bi çi awayî dikare vî şerî bimeşîne û bi ser bixe afirandibû. Ev sedema serekebû ku 35 salin li hember hemû êrîş, komkujî û operasyonên artêşa dagirkeriya dewleta Tirk ev gerîla li ber xwe da û her ku çû mezin û bi hêz bû, di stratejî û taktîka şer, rêbazê gerîlatiyê de kûrahî û xilûqkarî çêkir. Îro encamê şer û berxwedaniya 35 salan em dibînin ku li Kurdistanê ji şoreşeke bêtir deskeftiyên gelê Kurdistanê çêbûne.
Em ji bîr nekin ku destkeftiyên li Başûrê Kurdistanê, ya li Rojavayê Kurdistanê, hebûn û îradebûna gelê me yê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê vana hemû berhemên vê berxwedaniyê ne. Em ji bîr nekin yê ku hovîtiya DAÎŞ’ê ya bibû bela serê însaniyetê têk birî û ji holê rakirî ew îrade, ew rih û ew çanda berxwedaniyê ya 35 salan bû. Di encama wê de îro hemû cîhan bi rêzdarî nêzî vê îradeyê dibe.
Em dibînin roja me ya îro jî neviyê dêlegurê Baxçelî bang dike dibêje, “biçin Kurdistanê bişewitînin.” Erdoganê DAÎŞ’î jî dibêje, “ger îro em êrîş nekin, sibe wê pir dereng be.” Ev dide xûya kirin ku dagirkerî dizanin ku pêşeroja wan li hemberî berxwedaniya gerîlayên azadiya Kurdistanê tariye û têde têkçûn heye. Ji vê tirs û gûmanên xwe îro ewqas êrîşî gelê me li Bakur, Rojava û Başûr dikin. Ji bo vê ye ku qeyrana aborî û siyasî hemû pirsgirêkên xwe yên giran hemû danîne aliyekî û bi hovîtî êrîşî ser hêzên me dikin. Lê gerîlayên azadiya Kurdistanê wê careke din îspat bike ku, ne hêza wan û ne jî emrê wan têra vê dike. Di van 35 salên bihûrî de gerîlayên azadiya Kurdistanê ya ku li ser rihê berxwedaniya 15’ê Tebaxê hatî avakirin da îspat kirin hêzekê nekeftiye û têk naçe. Di van 35 salan de gelek dersên bi êş û giran dane artêşa dagirkeriya dewleta Tirk. Ew artêşa ku jê re digotin, “artêşa ku têk naçe” di gelek meydanên şer de mehkûmî têkçûn û binketinê kiriye. Bi rastî jî em dikarin bibêjin ku, encamê berxwedaniya me ya 35 salan me kariye nekeftîbûna gerîla îspat bikin û konsepta dagirkeriyê ya îmhayî bê encam bihêlin. Lê em ji bîr nekin ku di vê berxwedaniyê de kêmahiyeke me heye, ew jî serkeftina dawî pêk neanîn e . Ev jî erkeke dîrokî ya ku li benda me ye.
Hûn jî baş dizanin ku îro li her aliyê Kurdistanê şerekê dijwar û stratejîk di navbera me û hêza dagirkeriyê de heye. Em dizanin ku karakterê serkeftinê di zemîna şoreşa Kurdistanê de wiha pêk tê; ger ku em hemû planên dijmin têk bibin, êrîşên wan bê encam bihêlin û derbeyên giran li wan bidin, îradeya dijmin wê bişkê, hêviya wî qels bibe û ev jî dibe serkeftina gerîlayên azadiya Kurdistanê û dibe serkeftina şoreşa Kurdistanê. Berpirsyartî û hedefên li pêş me jî pêk anîna vê yekê ye.
Lê em dizanin ev yek bi hêsanî pêk nayê. Şer, her roj xwe nû dike. Dijminê me hemû rêbazên teknolojiya pêşketî, îstîxbarat û şerê yekîneyên veşartî li hemberî me dimeşîne. Ya me jî tecrubeyeke gerîlatiyê ya 35 salan heye. Lê pêwîstiya me jî heye ku em her roj di rêbazên şerê xwe yên gerîlacîtiyê de nûbûn û guhertin çêbikin. Em ji pratîka xwe ya bihûrî û ya her roj jî vê rastiyê dibînin ku, ka çawa di tenduristiyê de tedawiyek nîvçe nexweş sax nake û dikuje. Di şer de jî gerîlacîtiyeke nîvçe serkeftinê nayne. Di roja me ya îro de gerîlacîtiyeke sedî sed tê xwestin. Gerîlacîtiyeke tam tê xwestin. 24 saet gerîlacîtî tê xwestin. Her tevgerîna me, rabûn û rûniştandinê me, planên me û heta jiyana me ya rojane divê li gorî usûl û heqîqeta şer be.
Hûn dizanin ev çend sal in li ser nûjenkirina gerîla di çarçoveya jinûve avakirinê de nîqaşeke berfireh û gelek hewldan çêbûn. Hinek gav jî hatin avêtin. Lê di 36 saliya pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê de erkeke esasî ya li pêş me heye. Ew jî ev e ku, em di gerîlacîtiya nûjen de lewazî, kêmasiyên xwe derbas bikin. Em biryarbûna wê nîşan bidin. Em dibînin ku hîn li hinek ji bo nîv saet bi roj bimeşe, ji bo di rêkurtike re biçe, ji bo bi ling na û bi aracê biçe, ji bo rehetî û kêfiyetê yan jî ji bo wek berê nêzbûn heye em windahiyan didin. Ev mijar tenê, di dijminê me de hêviyê ava dike. Ji bo vê yekê sedî sed li gorî şer jiyîn, sedî sed di şêwazê gerîlacîtiya xwe de, di jiyana rojane de tevger û çalakiya xwe de sedî sed veşartîbûn pêk anîn şertê serkeftinê ya esasî ye.
Em ji bîr nekin ku ger 35 sal in gerîlayên azadiya Kurdistanê li hemberî ewqas êrîş û hovîtiya dewleta Tirk û îxaneta hevkariyê li ber xwe daye, ev bi felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ve girêdayî ye, ev bi asta milîtantiya PKK’ê ve girêdayî ye. Eger ne ji milîtaniya PKK’ê, ruhê PKK’ê, îrade û hevaltiya PKK’ê bûna ne mimkûnbû li Kurdistanê ewqas gerîla bikariba xwe mezin û bi hêz bikira. Ji bo vê yekê em dibêjin ku, serkeftina me ya di şer de girêdayî asta partîbûna me ye. Rêber Apo gelek caran jiyana erzan û mirina erzan rexne kiriye. Ev wek sedema esasî, wek astenga esasî li pêşiya serkeftinê diyar kiriye. Ger di jiyanê de xwedî armancek mezin jiyîn hebe, li gorî vê armancê xwe plankirin û tevgerîn çêbibe wê çaxê hemû kar û bar, refleks û heta nefesa jiyana rojane jî wê li gorî armancê be, di xizmeta armancê de be û ew jiyan bi wate be. Ew ê di şer de jî wek rêbazê gerîlatiyê xilûqkar û serkeftî xwe diyar bike.
Îro hîna li hinek qadan em dibînin ku eger derbeyên giran li dijmin nakevin, eger ji ber bê tedbîriyek ji rêzê, ji ber kêyfiyetek em windahiyan didin, nexwe di hişmendî û felsefeya me ya jiyanê de pirsgirêk û kêmasiyek heye. Ji bo vê yekê em di 36 saliya pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxê de dibêjin ku, ka çawa di roja ewil de fîşeka hatî teqandin di milekê de li dijî dagirkeriyê hesap xwestin bû, di milê din de jî ew fîşek li dijî koletî, jiyana bê wate û hemû lewaziyên kesayeta Kurd ên klasîk bû. Ew ruhê 15’ê Tebaxê ya ku em behs dikin ev ruha ye. Îro ji her demê bêtir pêwîstiya gerîlacîtiya azadiya Kurdistanê bi rihê 15’ê Tebaxê jiyan bike, ji derveyê azadiyê ti armanc qebûl neke, jiyan û şerê xwe hemû li gorî vê yekê plan dike heye. Ji bo vê em dibînin ku, em wek hêzên parastina Kurdistanê ji milekê ve em pir bextewar, serbilind in, bi dîroka 35 salan a tije berxwedanî û em pir mexrûr in ku em şervanê fermandar Egîd in. Lê ji milekê din ve li ser me berpirsyartiyeke mezin heye ku em li hemberî van kêmasî û zeîfiya xwe jî şerekî bêrehm destpê bikin û em gerîlatiya ku serkeftinê misoger bike bimeşînin. Ev erkeke jiyanî ya nayê taloq kirinê ye.
Em dizanin şoreşa vejînê ya ku li Kurdistanê pêk hatî jixweber û hêsanî pêk nehatiye. Keç û xort, ewladên Kurdistanê ya herî jîr, jêhatî û bi îrade canê xwe feda kirin. Bi xwîna pîroz a hezaran şehîdan ev pêşketin, destkeftî û şoreş çêbû ye. Ji fermandar Egîd hetanî heval Erdal (Engîn Sîncer), hetanî şehîdên Tebaxê hevalê Sari Îbrahîm, hevalê Husên, Hevalê Atakan, hevalê Mam Zekî û herî dawiyê hevalê Hilmet û Sînanê Sor bigire her wiha ji hevala Bêrîtan û Zîlan hetanî hevala Nuda, Delal Amed û herî dawî Şevîn Çewlig bi rastî artêşek a şehîdan li pey van serkeftina û vê şoreşê heye.
Ji bo vê yekê em bi vê munasebetê di şexsê van hevalên şehîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û em di wê zanebûnê de ku jiyan û şehadetê van qehremanan ji bo me emreke ku em gerîlatiya ku serkeftinê misoger dike bimeşînin. Soz û biryara gerîlayên azadiya Kurdistanê ev e.
Di dawiyê de em dibêjin ku, pêwîste dost jî dijmin jî bizanibin, ka çawa gerîlayên azadiya Kurdistanê 35 salên bihûrî dikarîn hemû plan, konsept û êrîşên dagirker û dijminan pûç bike bê encam bihêle, ka çawa karîbûn her bihostek axa Kurdistanê bike keleheke berxwedanê, ka çawa karîbûn bi hezaran destanên qehremanî ava bike, ji vir û şûnve jî wê berxwedaniyê bigihîne serkeftina dawî, azadiya gelê me, azadiya Kurdistanê, azadkirina Rêber Apo ji şertên esaretê bi vî rihî bi vî bîryarbûnê misoger bike.
Em ji bîr nekin ku îro gerîlayên azadiya Kurdistanê êdî ne tenê hêviyê gelê Kurd in, îro di zemîna Sûrî û Rojhilata Navîn de bûye hêviya hemû gelên herêmê. Di serî de gelê Ereb û gelên din hemû çavên wan li çiyayên Kurdistanê li gerîlayên azadiya Kurdistanê ne. Ji bo vê yekê bi sedan şervanên keç û xortên Ereb jî berê xwe dane çiyayên Kurdistanê. Em êdî ne li hemberî gelê Kurd û Kurdistan, li hemberî hemû gelên Rojhilata Navîn xwedî berpirsyartiyê mezin û dîrokî ne. Em wek hêzên parastina Kurdistan bi vê zanebûn û bi vê hişmendiyê tevdigerin û bi jiyankirina ruhê berxwedanî û êrîşê ya 15’ê Tebaxê û zindîkirina heqîqeta fermandar Egîd em ê serkeftinê misoger bikin. Biryarbûn û soza me dayî ji bo gel, şehîdan û Rêber Apo ev e. Li ser vî esasî em dubare vê roja pîroz ji bo hemû gerîlayên azadiya Kurdistanê, hemû şervanên azadiyê û gelê xwe pîroz dikin.”