EFRÎN – Odeya Xezeba Zeytûnê li ser riya di navbera gundê Burc Abdalo û gundê Xezawiye çalakiyek pêk anîn, di encamê de du çeteyên dagirker ên dewleta tirk hatin kuştin û du çeteyên din jî bi giranî birîndar bûn.
Daxuyaniya Odeya Çalakiyên Xezeba Zeytûnê wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de, hêzên me li Efrîn û Bakurê Sûriyê ji çeteyên ku hevkariya dewleta dagirker ya tirk dikirin di dema dagirkirina Efrîn û koçberkirina gelê Efrîn de hesab dixwazin.
Girêdayî vê di roja 15’ê Tebaxê, şervanên me motorsîkletek bi wesayîta leşkerî ya girêdayî çeteyên dagirkerên Tirk ên li ser riya di navbera gundê Bourj Abdo û gundê Ghazawiya de teqandin. Di encama teqînê de du çeteyên dagirker hatin kuştin û du çeteyên din jî bi giranî bîrîndar bûn.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku em bi îsrar û biryardariyek mezin hesab ji her kesê ku destê wan di xwîna zarokê gelê me de heye û zirar dane gelê me dixwazin. Em soz didin ku heta rizgarkirina Efrînê û vegera gelê Efrîn ji bo warê xwe, dê operasyonên leşkerî yên qayîm li dijî çeteyan berdewam bikin.”