NAVENDA NÛÇEYAN
“Bi vê feraseta dagirkeriyê dewleta Tirk bi alîkariya hevkarê xwe PDK’ê Başûrê Kurdistanê weke ku milkê wî be, bê perwa bi awayekî defakto dagir kiriye. Li gelek deverên Başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî, navendên sîxûrî û ajantiyê hwd ava kirine. Di salên destpêkê de ev hinek sernixumandî bihata kirin jî, di van salên dawî de bi eşkere dike. Mîna ku Başûrê Kurdisatnê eyaleteke wî, yan jî parçeyek erda wî be tevdigere. Ango hê jî dev ji xewn û xeyalên kalikên xwe Osmaniyan bernedane û weke di dema Osmaniyan de Başûrê Kurdistanê weke dagirgeha xwe dibîne. mijara dilsoj jî ew e ku hevkarê dewleta Tirk PDK jî dibe amûr û pêlîstokê van polîtîkayên dagirkeriya Tirk û li ser înkar û tinekirina tevahiya nirxên gelê Kurd û Kurdistanê pêş dikeve.
Li ser navê hikumeta Başûrê Kurdistanê PDK’ê xwe wisa bi dewleta Tirk û AKP’ê ve kiriye yek, çarenûsa xwe bi ya ‘Dîktatorê Qesra Qaçax’ ve girê daye ku serokwezîr û rayedarên PDK’ê mîna ku wezîrên dewleta Tirk bin, her ku dewleta Tirk êrîşekê pêk tîne, radibin li dijî Tevgera Azadiya Kurd û gelê welatparêz diaxivin, gel û gerîla sûcdar dikin, ka çima li ser xaka xwe ne û li hemberî dagirkeriyê xaka xwe diparêzên û têkoşîn dikin. Ev jî hevkariya wan a qirêj û asta nokeriyê nîşan dide. Hatiye wê astê ku serekê nijadperestê qirker ê Tirk Dewlet Bahçelî jî PDK’ê û rayedarên wê pîroz dike!
PDK, her dem li hemberî dewleta Tirkiyeyê di rewşeke qels û stûrxwah de bûye. Di sala 85’an de tifaqa bi PKK’ê re xerab kir û ev tişt tavîzeke mezin bû. Piştî sala 92’an jî kete nav xeteke wisa. Pêvajoya salên 95 û 97’an, di êrîşên dewleta Tirk de bûn hevkar, li dijî xwişk û birayên xwe, ango li dijî gerîla ku ji bo azadî û nirxên tevahiya Kurd û Kurdistanê têdikoşiya, mil bi milê leşkerên Tirk şer kirin.
Bingeha pêşîn di peymana 92’an de tê dayîn. Generalên Tirk, piştre di pirtûkên xwe de qala van tiştan dikin. Di 97’an de jî di navbera xwe de peymana parastinê dikin. Gotin ev peymaneke heta 10 salan e. Di sala 2007’an de ciwanên Başûrê Kurdistanê bi kampanyaya ‘Em artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê naxwazin’ û meşên berfireh lidar xistin. Ango êdî hêdî hêdî gelê Başûrê Kurdistanê rûyê tarî yê desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi polîtîkayên PDK’ê yên hevkariya bi dewleta Tirk re dîtin û nas kirin. Gel û ciwanên şoreşger ku dîktatorekî weke Seddem Huseyîn têk birî, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û nokeriya PDK’ê nerazîbûn nîşan da û hewl da bikeve tevgerê. Lê belê rêveberiya herêma Kurdistanê ku serkêşiya wê payebilindên PDK’ê dikir, bi rêbazên cur bi cur û berovajîkirinan pêşî li gel û ciwanan girt û bi dewleta Tirk re peymaneke dîtir çêkirin. Ligel ku ev peymana bi dewleta Tirk re li ser dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi qewlê 10 salan hatibû mohrkirin jî, 10 sal di ser peymanê re derbas bû lê belê li şûna ku Peyman bê betalkirin, artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê baregehên xwe yên leşkerî zêde kirin.
BARZANÎ Û PDK TIM BÛNE HEVKAR Û HEVALBENDÊN TIRKIYÊ
Hevkarî û karbeşiya Barzanî-PDK’ê û dewleta Tirk her tim dewam kir. Geh bi hevşêwirînê sernixumandî, geh eşkere û êrîşan ev hevkarî pêk hat. Tevî Barzanî û PDK’ê îddî dikir ku ji bo Kurd û Kurdistanê têdikoşîn, dilsozê doza azadiya Kurd û Kurdistanê ne jî, bêyî dudiliyê bijîn, bi dewleta Tirk re hevkarî kirin û li dijî gerîlayên Kurd ku parastina hemû nirxên Kurdistanê dikin, şerê leşkerî jî tê de her cûre çavnebarî û neyartî kirin. Ji bo vê salên ‘92, ‘95, ‘97 û ‘98’an bi dewlet û artêşa Tirk a di nav hewldana dagirkirin û qirkirina Kurd û Kurdistanê de bû, tifaqên qirêj çêkirin û bi awayekî eşkere bi dewleta Tirk re li dijî gerîla derketin operasyonan û şer kirin. Qaşo mutefîkên Tirkiyeyê bûn û li hemberî PKK’ê şer dikirin! Lê bila li bîranînên wan generalên Tirk ên tinazê xwe bi wan dikin û wan biçûk dikin, rûmeta wan binpê dikin bixwînin, wê niyeta rast a dewlet û artêşa Tirk fêm bikin. Ya rast ji bo dîtin û fêmkirina vê rastiyê hewldaneke mezin jî ne pêwîst e; hema li dîroka nêz binêrin wê vê rastiya biêş û tehl bibînin. Hêj ne dûr di nêz de dema ku rayedarên başûrê Kurdistanê ragihandin ku wê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê pêk bînin, rastiya faşîzm, neyartî û dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî nirx û destkeftiyên Kurdistanê, bi zelalî derket holê û eşkere bû. Dewleta Iraqê jî tê de, ne ti hêzan, ne ti dewletan û ne jî kesayetan bi qasî dewlet û rayedarên dewleta Tirk dijberî û neyartî nekir, êrîş û heqaret li PDK’ê û di kesayeta wan de li gelê Kurd nekir. Dewleta Tirk eşkere gefên dagirkirin û qirkirinê li gelê Kurd û destkeftiyên Kurd xwarin. Lê mixabin tişta sosret ew e ku hê jî Barzanî û PDK bi sere dewlet û desthilatdarên Tirk sond dixwin!
Gelek generalên Tirk di bîranîn û dahûrandinên xwe de eşkere dibêjin, “Ev operasyon ne bi tenê li dijî PKK’ê bû; me hem li dijî PKK’ê operasyon kir û hem jî xwest PDK’ê bi xwe ve girê bidin. Me li ser PDK’ê kontrol pêk anî û me êrîşî PKK’ê kir.” Li gel ku rayedarên dewleta Tirk bi xwe vê tiştê li xwe mikur tên û dibêjin jî PDK, ji tevger û rêxistinên ji bo azadî û parastina nirxên Kurdistanê dikin zêdetir Tirkiyeyê diparêze û pesnê wan dide. DYE û TC çi bibêjin, wê dike. Ev jî trajediyeke van derdoran e û dixwazin vê nokerî û xiyanetê li gelê Başûrê Kurdistanê yê şoreşger û welatperwer bidin ferzkirin ku di bin rajêrî û dagirkeriya Tirkiyeyê de bijî. Lê belê gelê Başûrê Kurdistanê, bi helwesta xwe ya Bamernê, Şêladizê, Qendîl û gelek deverên din, bi dehan caran eşkere kir, xwedî wê têgihiştinê ye ku dagirkeriya dewleta Tirk, ne ji bo dostanî û qenciyê ye; ji bo dijminatiyê ye. Gelê Başûrê Kurdistanê bi van helwestan raber kir ku nêzikatiya dewleta Tirk a li hemberî Kurd û Kurdistana Bakur, nêzikatiya ji bo wan e jî!.
BIRYARA DERXISTINA HÊZÊN TIRK HEYE, LÊ PÊK NAYÊ
Niha di rewşa heyî de li gorî tê zanîn 18 baregehên artêşa Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hene. Ji dijî dagirkeriya dewleta Tirk Komeleya Ciwanên Başûrê Kurdistanê, sala 2009’an kampanyayek dan destpêkirin û nêzî 400 hezar îmze komkirin ku baregeh û navendên dewleta Tirk ên bi aramanca dagirkirina Kurdisanê hatine avakirin, bên derxistin. Lê belê biryara derxistina hêzên biyanî-dagirker, nexasim jî derxistina navendên Tirkiyeyê ji herêma Kurdistanê, di sala 2003’an de di Parlamentoya Herêma Kurdistanê hat erêkirin. Lê belê heta niha jî ew biryar daneketiye meriyetê û pêk nehatiye. Ti kes jî behsa wê biryarê nake. Her wiha hikumeta navendî ya Iraqê jî, sala 2008’an, biryarek bi vî rengî derxist, lê belê li şûna xwedîderketina van biryaran, konsepta giştî ya li dijî qirkirina Kurdan bi erêkirina wan dikeve meriyetê. Ango bi xwe çawa ku gelek qanûnan binpê dikin, vê jî bi armanceke siyasî bikar tînin.
GAVÊN ZÊDETIR DAGIRKIRINA XAKA BAŞÛR DIDIN DESTPÊKIRIN
Bêguman hebûna baregehên dewleta Tirk wek hebûnek leşkerî tenê nikare were nirxandin û destgirtin. Lewre bi dagirkirina her gir an jî qadekê, di warê leşkerî de hêdî hêdî gund û pê re jî bajar û bajarok jî dibin hedefa êrîşên dagirkeriyê. Tişta ku îro dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike jî ev e. Wek mînak herêma Bradost, ji sînorê Bakurê Kurdistanê gav bi gav ji aliyê dewleta Tirk ve tê dagirkirin; girên stratejîk tên girtin, paşê leşkerên Tirk xwe berdidin nav gund û bajaran.
Ji bo nimûne bi dagirkirina girê Lêlikanê, êdî gundên li derdora vî girî hemû ji dewleta Tirk re hatiye radestkirin û pêşkêşkirin. Armanc jixwe ew e ku herêmeke biçûk weke herêma Barzan ji malbata Barzaniyan re were hiştin, herêmên din hemû wê radestî dewleta Tirk were kirin. Ger berxwedaniya bi salan a gerîla li dijî vê dagirkeriyê nebûya, dibe ku heta niha gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê ketibûna bin serwerî û dagikeriya dewleta Tirk. Derveyî hêzên gerîla di halê hazir de ti hêzeke ku wê herêmê biparêze, ya rastî ji bilî gerîla ti hêzeke ku Başûrê Kurdistanê biparêze tineye. Çimkî PDK’ê, gelek tevgerên şoreşgerî, partî û heta eşîrên berxwedêr ên vê herêmê, tasfiye kirine û bi darê zorê xwe di herêma Bradostan de bicih kiriye.
Di cotmeha 2017’an dewletat Tirk li dijî xaka Başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke berfireh a dagirkirinê kir. Di heman dîrokê de DAÎŞ’ê li dijî Reqayê êrîşeke berfireh da destpêkirin. Li aliyê dîtir li Kerkûkê jî êrîşek pêk hat. Dîsa Kanûna 2017’an li Xakurkê, Çileya 2018’an jî li dijî Efrînê êrîşê destpê kir. Dem û û dîroka van êrîşan mirov dixe nav fikaran ka gelo ev êrîş bi hevşêwirînê pêk hatine!
Dewleta Tirk, Nîsana 2018’an 20 kîlometre kete nava sînorên dewleta Iraqê, ango Başûrê Kurdistanê û heta li Girê Lêlîkanê êrîş kir. Niha jî 25-26’ê Gulanê, li Xakûrk û herêma Bradostê û hem liv û tevgera leşkerî û hem jî êrîş pêk hat.
Li jor me destnîşan kiribû ku dewleta Tirk ji bo baştir xwe li başûr Kurdistanê binecih bike û êrîşên xwe berfirehtir bike kamp, baregehên leşkerî û istixbaratî, navendên xwe yên bi vê armancê li ser sînor û di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ava kirine. Em niha binêrin ka armanca van çi ye?
KAMP Û BAREGEHÊN DEWLETA TIRK ÊN LI HERÊMÊ
Dewleta Tirk, li Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û PDK lê serdest e, dîsa li xeta Hewlêrê, kampên îstîxbaratê ava kirine. Di sala 1997’an de piştî ‘operasyona li derveyî sînor’ a bi navê ‘Balyoz’ ev navendên îstîxbaratê veguherandin kampên leşkerî.
Di rewşa heyî de li Bamernê, Şêladizê, Batûfa, Kanîmasî, Kirîbî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê, li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyê jî şaxên Rêxistina Îstîxbaratê yên MÎT a Tirk hene.
Piştî sala 2014’an li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp hatin avakirin. Baregeha berê ya li herêma Harîr a li nêzî Hewlêrê jî weke kampekê tê bikaranîn. Li herêma Zûmarê, ji bo perwerdekirina hin koman kampek hate avkairin.
KARÊ ÎSTÎXBARAT Û SİXURTIYÊ
Yek ji karên ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê giraniyê dide ser, karê îstîxbarat û sîxurtiyê, ango ajantiyê ye. Tê zanîn, MÎT û îstîxbarata PDK’ê Parastin, bi hev re tevdigerin. Parastina PDK’ê weke şaxeke MÎT a Tirk tevdigere dixebite.
Hin saziyên medyayê yên PDK’ê ku dewleta Tirk ji bo avakirinê ‘destek û razemenî’ lê kiriye, di operasyonên afirandina atmosfera xapandinê de tên bikaranîn. Êdî mijareke ne nepenî ye ku di nava van dezgehên çapemeniyê de kesên ku yekser ji MÎT’a Tirk re dixebitin, hene.
Navendên îstîxbaratê yên dewleta Tirk, bi giranî li bajarên Hewlêr, Duhok û Zaxoyê ne ku PDK lê serdest e. Lê belê ne bi fermî û eşkere be jî dewleta Tirk, li herêmên di bin serweriya YNK’ê jî tevdigere. Di bin navê ‘şîrketên taybet’ de li Silêmanî, Helebce, Germiyanê hin sazî ava kirine. Dixwazin li van deveran jî tevna sîxûrtî û ajantiyê bihonin. Ji bo vê bi rêbazên pircûre dixebitin.
Heke em bînin bîra xwe, beriya niha yekîneyeke hêzên taybet a HPG’ê bi, “Operasyona Şoreşgerî ya Tolhildana Şehît Sakîne Cansiz”, rayedarên payebilind ên MÎT’a Tirk Erhan Pekçetîn û Aydin Gunel jî di nav de, 4’ê Tebaxa 2017’an li navçeya Dûkan a Silêmaniyê hatin girtin. Li herêmên weke Kerkûkê, ku Tirkmen jî lê hene, Eniya Tirkmen a Iraqê ya ji aliyê MÎT’ê ve hatiye avakirin û serkêşê wê Erşad Salihî, partî û kesayetên mîna wî tên bikaranîn.
Rêbazeke din a ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê weke çek bikar tîne jî, fîrmayên Tirk ên ‘qaşo bi armanca bazirgahiyê haitine avakirin’ in. Di serî de di sektora înşaetê de, zêdeyî 1.350 fîrmayên Tirk li Başûrê Kurdistanê dixebitin. Eşkere ye ku hin ji van fîrmayan paravan in û yekser ji MÎT’ê re dixebitin.
REWŞA STRATEJÎK A BAREGEHAN
Baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, ji deriyê sînor ê Xabûrê destpê dikin û li ser sînor heta herêma Soran dewam dikin. Ji bo ku herêmên Xinêre, Xakurkê û Kelaşînê bike hedef, kampa Sidêkan heye. Her wiha li Diyana, Çoman û derdora wê jî hêzên xwe yên leşkerî hene. Bi rêya vê hêzê hewl dide zextê li Qendîlê bike. Li herêma Raperîn a li başûrê Qendîlê, ku di kontrola YNK’ê de ye, li Ranya, Sengeser û Qeladizê, piştî ku DYE’yiyan telîs xistin serê leşkerên Tirk, li vê herêmê endamên îstîxbaratê û leşkerên Tirk neman.”
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê – Awyer BOTAN – Ahmet SİNAN
https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/08/15/analiz-di-diroka-nez-de-dagirkeri-u-xiyanet-a-pdke-1/