Artim Ronî
“Berî 35 sala di bin pêşengiya fermandar e mezin Egîd (Mahsum Korkmaz) de bi pêngava 15’ê Tebaxê 1984 û destpê kirina şerê çekdarî li Kurdistanê dîrokek nû hate nivîsandin. Ev dîrok destpêka vejîna netewî ya gelê Kurd bû. Êdî tiştek hew wek berê dibû. Carekê gelê Kurd kefenê mirinê çirandibû û gula destpêkê ya 15’ê Tebaxê li mêjiyê xwe xistibû. Ji ber destpêkê ew kesayetiya ku li dijî metîngeh û zilma li Kurdistan ê na rabê kuştibû. Ya herî rast jî ev bû. Eger gelê Kurd destpêkê qereqolê dagirkeran yên di mêjiyê xwe de ne rûxandiba zanî bû ku ne mumkine qereqolên dijminê Kurd û Kurdistan karibin werin ruxandin.
Giringahiya gula yekem bi rewşa ku gelê Kurd dijî ve girêdayî dîrokbûyina xwe saz dikê. Ji bo civaka Kurd ev gula yekem ne dibû ku wek gavek ji rêzê bi hata nirxandin. Ji ber li Kurdistan ê di serî de dewleta Tirk hemu dagirkerên Kurdistan ê bi tu awayî şert û mercên vê gavê ne hişti bûn. Rewşek hewqas giran dihate jiyankirin ku li Kurdistan ê tenê melodiyên bêdengiya mirinê lê dixistin. Dijminê Kurdan ji xwe bawer li ser navê Kurd û Kurdistan çi hebû dixwestin tune bikin. Di van şertên awarte ku piştî cuntaya 12 Îlonê hate avakirinde, di bêdengiya mirinê de qîrîna azadiyê bilindkirin mucîze bû.
Lê tişte ku neyarên gelê Kurd hesab nekiribû hebûn. Ew jî kesayetiya ku di bin pêşengiya Rêber APO de hatibû avakirin bû. Ev kesayetî kesayetiya PKK bû. Ew kesayetî kesayetiyeke wisa bû ku xwedî îradayek ji pola û tenê mahkûmê serkeftinê bû. Cuntaya faşîst ya dewleta Tirk destpêkê li zindana Amed ê li hember vê kesayetiya ku dijî radestiyê (teslîmiyetê) û îxanetê ala berxwedan ê bilindkir binket. Mizgîniya şoreşa vejînê ya netewa Kurd ku 15’ê Tebaxê 1984 a destpêkir jî, bi vê berxwedana pîroz ya ku li zindana Amadê diyarbû. Ev agirê berxwedanê ku ji aliyê hevalê Mazlum, Xeyrî, Kemalan ve li zindana Amed ê de hate pexistin ji navbera çar diwara derket û ber bi çiyayê azad yê Kurdistan ê ve herikî.
Ji ber ku bexwedana zindana Amedê ku di sala 1982 de banga vegera Welat û destpêkirina şerê rizgariya Kurdistan bû. Heval Mazlum berî çalakiya berxwedanê bi nivîsa ku gihande serokatî de di got pêwiste ev dengê me hemû cihan bibihîzê. Dengê Mazlum, Xeyrî û Kemalan jî bi destpêkirina pêngava şerê gerîla ku wê li Kurdistan ê werê destpêkirin ancax li hemû cihanê hatina belavkirin. Ji ber vê Rêber APO rûxmê hemû ferasetên şaş yê hem hûndir hem jî derve di destpêkirina pengava şerê gerîla de israr kir. Di rastiya xwede dawî jî baş hat famkirin ku bi pêngava 15’ê Tebaxê dengê berxwedana zindana Amed ê li tevahî cîhanê belav kir. Ev deng tenê bi belavbûna cîhanê jî nema bû û ji bo rizgariya netewa gelê Kurdistan û tevahî gelên rojhilata navîn zêmineke xurt avakir.
Eger pengava 15’ê Tebaxê nehat pêşxistin cuntaya 12’ê Îlonê û fermandarê wê Kenan Evren wê hemû plansaziyê xwe yê li Kurdistanê ku tûnekirina tevahî nirxên Kurd û Kurdistan esas dikir bixista meriyetê. Di vê wateyê de pêngava 15’ê Tebaxê her wiha mudaxeleyî vê serberjêriya Kurd jî kir. Ev plansaziyên cuntaya Evren serîbino hevdu kir. Dewleta Tirk mecbur ma ku hebûna Kurd û rastiya pirsgirêka Kurd bi pêjirînê. Bi berdewamiya vê pêngavê, rizgariya civakî ya Kurd pêşxist û gav bi gav netewa Kurd ji xweliya xwe afirand. Bi vê pêngavê tovên azadî û rizgariya civaka Kurdistan heta hetayê hatin çandin. Îro li her çar perçê Kurdistan eger bi serbilindî û bi rumet Kurd hebûna xwe diyar dikê bê pêngava 15’ê Tebaxê em nikarin vê rewşê penasa bikin.
Her çiqas bi destpêkirina pêngava 15’ê Tebaxê û şunve şoreşa vejîna gelê Kurd pêşketibê jî lê di roja mey îro de li Kurdistanê rihê 15’ê Tebaxê bi serkeftina mezin tacîdar nebûye. Îro hê jî gelê Kurd û destkeftiyên wî li her çar perçê Kurdistan rastî êrîşên mezin tên û talukê ji bo gelê Kurd xelas nebûne. Bi taybêt bi piştgiriya hêzên modernîta kapîtalîst tifaqa li dijî Kurd ku ji aliyê dewleta AKP û hevalbendên wê ve hatiye çêkirin pewîstî bi berxwedaneke Kurd ya dîrokî dikê. Ji ber AKP û dewleta Tirk pêşengiya ve tifaqa xêrnexwaz dikê. Din nav vê tifaqê de îro dîsa Tirkiye-Îran-Irak heye. Bi piştiriya hêzên wek Emerîka jî dixwazin pêşiya yekitiya netewa Kurd bigrin û li ser vê bingehê jî, rewşa bê statûya Kurdan berdewam bikin. Bi operasyenên Tirkiye û Îran ku hevpar pêktên jî dixwazin vê rewşê mîsoger bikin.
Ev tifaqa bêbext dixwazê weke planên ku li Srîlankayê li dijî gerîlayên Tamîlî pêk hatine li gor şert û mercên Kurdistan ê li dijî tekoşîna azadiya Kurd bixin jiyanê. Li hember van planên ku statûya Kurd armanc dikin, panjehr rihê pêngava 15’ê Tebaxê ye. Ji ber vê yekê ji her demê zêdetir pewistî û hewcedarî bi rihê 15’ê Tebaxê heye.”