AMED – Bi wesîleya salvegera roja vejînê 15’ê Tebaxê ku hêzên Gerîla di pêşengtiya fermandar Egîd li Eruh û Şemzinan yekem fîşeka tekoşînê teqandin, Yekîneyên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) û Tevgera Jinên Ciwan a Şoreşger (DGKH) li Amedê navçeya Bismilê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi teqandina fîşekên hewayî avêtina sloganan bi coş pêk hat. Ciwanan sloganên wek “Bijî Serok Apo!”, “Bê Serok Jiyan nabe” û “Bijî 15 Tebaxê!” berzkirin.