SERDEŞT – Endamên Komelgeya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê (YJCR) li Serdeşt ku li binya bajarê Ûrmiyeye ji bo 15’ê Tebaxê peymanek dan. KCR û YJCR di destpêka peyama xwe de pêngava 15’ê Tebaxê ku di bin fermandartiya şehîd Egîd pêk hatiye li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên Şoreşê pîroz kir.
Di berdewamiya peyamê de wiha hate gotin:
“Ev roj roja vejîneyê ku gelê me ji tunebûnê xelaskir. Ev roj roja ku agirê jiyanê ronahî kir. Di vê rojê de rih û mêjiyê Kurdan hate nûkirin û ew mêjiyê di bin dagirkeriya dijmin de hate têkbirin. Di vê rojê de şerê hebûn û tunebûna Kurdan destpê kir. Roja 15’ê Tebaxê Kurdên têkoşer û Kurdên îxanetkar ji hev cuda kir. 15’ê Tebaxê efsaneya hilgirtina ala berxwedanê ya Şêx Seîdê Pîranî, Seyîd Rizayê Dêrsimî, Şêx Mehmûdê Berzencî û ya Qazî Mihemed bû. 15’ê Tebaxê roja tolgirtina qetlîamên Dêrsim, Helepçe (Enfal) û Serdeşt bû. Fîşeka destpêkê ya ku fermandarê mezin Şehîd Egîd teqand, heman ew fîşeke ku ciwanên kurd di berxwedanên li Kobanê, Efrîn, Şengal û Kerkûkê teqandin e. Ev fîşeka heman ew fîşeka ku ji tivinga Simko Serhildan derket. Ev fîşeka destpêkê bû wesîleya berxwedanên şehîdan wek Ferzad Kemanger, Ferhad Wekili, Eli Heyderiyan, Medi İslamiyan, Şirin Elemhuli û Hemîn Bêkes. Bi vê fîşeka destpêkê bi hezaran ciwanên fedayî li dijî dijminê dagirker radiwestin û şer dikin.
Herî dawî bi operasyonên dijmin ên dagirker û hevkariya hêzên heremî hevrê me Şehîd Helmet (Diyar Xerîb) hate şehidxistin. Em wek Ciwanên Rojhilat soza tolgirtinê didin û didn xuyakirin ku em ê ala têkoşîna şehîd Helmet bilind bikin û bigihinin serkeftinê. Erka her ciwanekî ew ku li hemberî êrîşên dagirker ên dijmin bêdeng nemînin û beşdarî hêzên parastina gel û têkoşîna azadiyê bibin.
Pêwîste hemû Ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Serdeşt beşdarî refên gerîla bibin. Em wek Ciwanên Serdeşt dîsa soz didin Rêber APO, şehîd Egîd û tevahî şehîdên şoreşê ku em ê berxwedanê bilindtir bikin û bighînin serkeftinê.”