NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Hêzên me çalakiyên xwe li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.
Di 15`ê Tebaxê de hêzên me bi 2 çalakiyên bibandor baregeh û çeperên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora gundê Hezwan ê ser bi Babê ve kirin hedef. Di encamê de 2 baregeh hatin rûxandin û 2 çeteyên Firqet El-Hemze hatin kuştin, her wiha 3 leşkerên Tirk jî di nav de, 8 kes birîndar bûn.”