MERSÎN – Yekîneyê Tolhildana Şehîd Dijwar Şoreş li Mersînê bi wesîleya salvegera 15’ê Tebaxê ‘Cejna Vejînê’ li kolana Azadiyê pankart daliqandin û li ser gelek dîwarana nivîs nivîsandin.
Yekîneyê Tolhildanê li qada Azadiyê pankarta ” Vejîna Kurdistanê Pîroz be! 15 Tebaxe Pîroz be!” daliqandin û 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Her wiha ciwanan li gelek kolanan li ser dîwaran nivîsên wek “Fermandar Egîd”, “Fermandar Zilan”, “HPG” û “DGH” nivîsandin.