ÊLIH – Li Êlihê li kolana Rezanê di pêşengtiya Ciwanan de roja vejînê 15’ê Tebaxê hate pîroz kirin. Ciwanên ku li kolana Rezan daketin qadan bi teqandinê fîşekên hewayî cejna vejînê pîroz kirin. Ciwanan sloganên “Komutan Egîd” û “Bijî Serok Apo” avêtin û fîşekên hewayî demdirêj teqandin.