QENDÎL – Li Binarê Qendîlê pîrozbahiya salvegera 15’ê Tebaxê destpêkir.
Li rexmê liv û tevgera balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker ku gundên Binarê Qendîlê bombebaran jî kir, bi sedan welatî li Binarê Qendîlê tevlî pîrozbahiya salvegera 15’ê Tebaxê bûn û pîrozbahî di van kêliyan de destpêkiriye.
Pîrozbahî bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Ciwanên Mertalên Zindî tê rêvebirin. Hunermend Kerîm Surçî, Şeyda Fewamî, Ferîborz, Casim Saz û koma Şehîd Serhed wê bi stranên xwe tevlî şahiyê bibin. Pîrozbahî berdewam dike.