NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didomin.
HRE’yê got; “Hêzên me çalakiyên xwe ên li hember artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li herêma Efrîn û derdora wê berdewam dikin.
Roja 15’ê Tebaxê hêzên me li derdora bajarê Mareyê çalakî li dar xistin û bi çekên sivik û navîn ji mesafeyeke nêz ve li çeteyan dan. Di encama çalakiyê de 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.”