NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê bi rêya nameyekê daxwaz ji Barzanî kir ku PDK piştgiriya hêzek hevbeş ya artêşa Iraq û pêşmergeyan a li ser sînorên Iraq û Tirkiyeyê neke. Herwiha wezaret ji Barzanî dixwaze PDK carek din venegere Kerkûkê û bê xwesteka Tirkiyeyê ti pirsgirêk neyên çareser kirin.
Li gorî malpera Peyser, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ji serokê PDK’ê Mesud Baranî re nameyek şandiye. Li gorî çavkaniyê di bin nameyê de îmzeya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu heye û ji bo serokê PDK’ê Mesud Barzanî hatiye şandin.
Li gorî heman çavkaniyê, Tirkiye ji Barzanî dixwaze ku PDK piştgiriya hêza hevbeş ya artêşa Iraq û pêşmergeyan a li ser sînorên Iraq û Tirkiyeyê neke.
Di nameya ji bo Barzanî hatî şandin de, dibêje ku wê pêngavek bi vî awayî liv û tevgera leşkerên Tirk ya dinavbera Iraq û Tirkiyeyê de asteng bike. Herwiha dinameyê de tê xwestin ku pîlanên Amerîka yên ji bo yekgirtina hêzên pêşmergeyan neyên bicihanîn. Ji ber ku wê ev pêngav bibe sedemê ku pêşmerge jî tevlî artêşa Iraqê bibin.
Herwiha di nameyê de behsa rewşa Kerkûkê jî tê kirin. Li gorî heman çavkaniyê Tirkiyeyê di nameyê de ji Barzanî dixwaze ku PDK venegere Kerkûkê û odeya operasyona hevbeş çêneke. Tirkiye dibêje ku heya ku nexşerêyek ku bi daxwaza Tirkiyeyê pêkneyê, divê pirsgirêka Kerkûkê neyê çareser kirin.
Li gorî heman çavkaniyê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavûşoglu daxwaz ji Barzanî kiriye ku rojên ku bê Bexda lihevkirina 50 salan a Enqere a bi Herêma Kurdistanê re îmze kirine ji bîr neke.
Herî dawî tê di nameyê de tê gotin ku ji ber lihevkirina neftê a 50 salan, Bexda doz vekiriye, ji bo vê pêwîste agahiya Tirkiye di hemû lihevkirinên di derbarê neftê de hebe û berjewendiyên Enqere li ber çavan were girtin.