RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Ev babet di gelala romanê de, di dahûrandinan de hate diyarkirin û hate destgirtin. Ev yek derkete rastê: Li Kurdistan’ê hezkirin jî hatiye qetilkirin. Çawa ku gelek devên mêtîngerî dibêjin “Kurd wehş e, nêvenga hezkirinê, jê hatin hezkirin û hezkirin tiştek wisa nîn e, nizanin!’’ Bi rastî jî ev, hindek wisa ye. Mêtîngerî, di vê mijarê de rola qirkirinê leyistiye. Lewma hewl hatiye dayîn ku bê vegotin, çalakmendiya me ya şoreşgerî, çalakiyeke hezkirinê ye. Riya hezkirinê, şêwaza hezkirinê bi şoreşê re tê destgirtin, hîmê objektîf tê danîn. Ka wê hezkirin û rêzdarî çawa pêş bikevin, bi girêdana çi ve wê pêş ve herin, tê daxistin. Hîmên azad, di vê derê de wateyeke mezin diderbirînin. Dîsa di vê mijarê de estetîk dikeve dewrê. Girêdana fîzîkî, giyanî û zanyarbûyînê bi estetîkê ve tê avakirin. Û dertê rastê ku ev, dikarin mirov xweşiktir bikin. Di wateyekê de hatiye destnîşankirin ku rasteqîna şerê me, di avakirina ji nû de, xurt şerkirin-dana şerkirin wê karibe ji têkiliya hezkirineke xurt re rê vebike. Dîsa hatiye daxistin ku hest û hezkirinên erzan ê di destpêkê de hêz nedaye şer, ji şer daye girtin, aniye haleke paşverû, heta ber bi her cure felişandineriyê ve biriye. Di vê mijarê de nêzîkatiya rast qîmeteke xwe yê mezin heye, li Kurdistan’ê ji gelek encamên girîng re rê daye vekirin, nêzîkatiya koletiya jinê rûxandiye, bûye sedem ji hilkeftina mezin re, saziya şêwaza kevin a malbatê hilweşandiye û rê vekiriye ji rûxandina jîrekatiya kevin a zilam re. Ev, di heman demê de dibe pêşketineke girîng a şoreşgerî. Di bingeh de ev, tam aliyê hunerî ye. Di romanê de aliyê herî zêde bê hêvotin ev e. Di bingeh de roman, bikiryarî û di radeyeke girîng de bi serê gelşan hatiye jiyandin. Û em dibêjin ku, temamkirina wê û xwedîkirina aliyê bi hêza gelaleyê, bi xeyalan, azwêriyan, viyan, wire û estetîkê ve di qîmeta pêşxistinê de ye.
Di: Beriye em tevlî refan bibin, têkiliya pêşîn a me dabû destpêkirin, ew şêwaza koledariyê bû. Piştre bi wê pêvajoya ku me anî nava refan ve em, hêdî hêdî qutbûna ji koledariyê dijîn. Yanî pêwîstiya azadiyê piştî têgihîştina şêwaza têkiliyeke kole ya jiyana kevin, êdî em dikevin nava lêgerîna azadiyê. Bi rastî ji azadî çi ye? Divê di mejî de çawa bê şênberkirin? Çawa gihandina azadiyê çêdibe, azîna wê çi ye? Hewldan çawa tê pêşxistin? Bi gotûbêjan ev dikare dakeve rastê. Ji ber ku di nava refan de têkilî û qutbûnên bi vî awayî zêde tên jiyandin.
S.P: Erê, bi taybetî ew qadên ku hun jê hatine, ev hindik hatiye gotûbêjkirin, hindek girtî maye. Xebatên di çiyê de jî hindek wisa ne. Me, gotûbêjê zû da destpêkirin. Di sehaya Rojhilata Navîn de hindek jî da pêşxistin. Çawa ku min got, yên li çiyê qet gotûbêj nekirin. Ji ber giraniya jiyana leşkerî, ne fersend dîtin, ne jî dane nasîn. Yên di zindanê de jî, vê bi vaca pergalê girtin dest. Yanî şêwaza têkiliyên pergalê wisa bi şoreşgeriyê rûpoş ango cîla kirin û xwestin ku wêjeya têkiliya şoreşgerî pêş bixin. Ji derve ve gelek keçên ku axaftinên hezkirinê wan ê mezintirîn yên tên zanîn, ji nêzîkatiya hembêzkirinê re bi heman helwestan bersîvdayîna yên hundir, bi wê pêvajoya ku dihate xwestin PKK bê felişandin re rû da. Di şênberiya halantêdana Şener de ku uslûbê felişandineriyê dihate kûrkirin ev, hate derxistin. Mînak, hevalekî ku em bi puxteya şoreşgerî û durustbûna wî bawerbûn, ka xwe çawa pêgirê çelexwariya hestan dikir, çawa vê digihand astên tirsnak me nirxand. Mîna vê gelek têkiliyên di hundir de tên jiyîn, têkiliyên jinzilam ka çawa şûna têkiliyên şoreş û partiyê digirin tê zanîn.
Dîsa ciwanên ku ji hundirê pergalê û şagirtiyên ku ji nêvenga 12 Rezberê tên, têkiliyên ku pir bêşêwe, bêarmanc dijîn hene. Ew têkiliyên sexte, hindek bi çanda Tv ya pergalê, ew 12 Rezbera di riya Amerîka û Hollywoodkirinê de (ev dibe şêwaza jiyana emperyalîst) ku bi wan ciwanan empoze dikin li rastê ye. Dîsa hêmanên ku jêderka xwe ji gundîtiya klasîk digirin, ji jinê re tenê nêzîkatiyeke di bingehê zayendîtiyê de ye, hemû têkiliyên hezkirinê yên sexte yê pergalê bi rengekî belavî hate çespandin. Yên ku hê jî bandora vê bi ponijîn dijîn hene. Min xwe di vê mijarê de baş kir lêgerekî dahûrandinê. Ez hizir dikim ku di vê mijarê de bêtir di rewşa bi kûrahî bêm têgihîştinê de me. Me di virê de, dixwaze bila di aliyê binkeyê de be, dixwaze bila di aliyê xwediyê nêzîkatiyên curbecur de be, di bingeh de şoreşeke rastînî pêk anî.
Di teşeyê têkiliya destpêkê ya min de, her tişt hebûn. Bandora taybetmendiyên pergal û gundîtiyê hebûn. Dîsa pir seranserî hebû. Tebî bi gor nêzîkatiya têkiliya hevalên me jî, kesayetek min tunebû. Vê, mîna çarenûsekê dîtin û weke pirsgirêkeke ku li zincirê hatiye xistin fêmkirin, ne guncav bû. Lê, bi rengekî erzanî berdan jî, ne guncav bû. Nêzîkatiya ku wê piştre hesab bipirse hebû. Bi rengê felişandina felişandiner û hevkarmendan, vegerandina felişandina KT’yê tolwergirtin hebû. Di bingeh de bi wateyekê klasîk nêzîkê gelşê nabim. Heta ne di wateya klasîk de, ne di wateya nûjen de. Di têkiliyên min ê jinê de puxte girîng e.
Em, dixwazin di aliyê pênasekirina pirsgirêkê de bersîvan bidin. Em, pir rêxnedar nêzîk dibin. Yekcarê em ve napejirînin; malbat, divê a-wiha be, têkiliyên jin-zilam wiha tê avakirin, zayendîtî wiha tê derbirandin û têrbûnî peyda dike. Ez, naxwazim bi pirsên wisa re qîma xwe bînim. Tam berevajî em pir rasteqînî nêzîk dibin. Em, hem astên wê yên zanistî, hem giyanî, hem jî siyasî hemû aliyan di nava hev de dibînin û xwe digihînin şêwaza nirxandinê. Heta yê azad çi ye? Pêwendiya di navbeyna hezkirin û azadiyê de çawa tê avakirin? Pêwendî bi xweşikbûnê re çawa tê avakirin? Ez dixwazim wê bidim û wê didim gotûbêjkirin.
Ger bal bê dayîn, di nava milîtanên binkeya me de nêzîkatiyeke wiha zêde pêş neketiye. Her yek ji wan ya înkar dike, ya jî bi koletiya xwe tê girêdan; pir xweperestî heye. Heta ku serbest bên berdan wê hev û dî bînin kijan rewşê, bi rastî jî tebatkirina mirov zor e. Eşkereye ku ev tekilî wê pir hindik azadiyê esas bigire. Heta wê aliyan bîne rewşa nenaskirinê. Bi hêsanî hatina aliyekê rewşa pîrejinokekê zêde zehmet nîn e. Ev rewş di şoreşê de, wê ber bi jê xwarinê û felişandina mezintirîn a şoreşê ve rê vebike. Disîplîn nîn e, pergal nîn e. Tebî her kes ji ber egera têkiliyên nas û dostan wê par bixwaze, ev jî, wê ber bi rawestandina şoreşê ve bibe. Tekiliyek bi serê xwe jî, dikare bi felişandineriyê ve encam bigire.
Di aliyê din de şêwaza serokatiyê kû tê xwestîn pêşkeve û di azadiyê de bixwebawer e, pêşî hemû têkiliyan qut û perçe dike. Ji mijara mulkiyetê derdixe. Dixwaze zilam ji nêvenga zilamê serdest derbixe. Dixwaze jinê û zayendîtiyê ji rewşa bûyîna hêmana bikaranînê di bingehê mulkiyetê de derbixe. Bi çemka serdestiya zilam re ditêkoşe û hewl dide ku bipirse ka jin çi ye. Mînak, di rasteqîna civakê de ji bo zewacê dikarim bibêjim çi? Mamoste Yalçin, di nirxandina bi navê “Li Bexçeyê Kurd Soz û Peyman’’ de ramanên xwe hindek pêş dixe. Min, pêwîstî dîtibû ku di derbarê zewacê de nirxandinan pêş bixim. Pir balkêş in û nirxandinên wisa ne ku bi baldariyekê hindek encam dikare jê were derxistin. Tebî tevî ku ne li hember pevrebûna me jî, tê fêmkirin ku ew curbecur bîçimên jiyanê dixwaze zewaca ku di şêweya têkiliya taybet de be, dixwaze ya îro li Tirkiyê ku tê xwestin bi rengekî belavî bê kirin be, gelek tiştan bi xwe re dibe, heta diqedîne. Ji bo nimûne, hinek encam derketine, dibêje, “malbat li ser navê hezkirinê tê avakirin û ev encameke xwezayî yê hezkerinê ye!’’ Heta dibêje, “Ev diqedîne!’’ Ji nêzîkatiya me vê yekê derxistiye; hindek jî dikare were vê wateyê. Kartêkerên ku di bin bûyera zewacê de peyda dibin, pê dihese ku xeniqandiner in. wekî din jî, ji nêzîkatiyên me hinek xalên bingehîn selimandiye: Bûyera zewacê dîtiye; zewace dê-bav, ezmûneya zewaca min a puxteyî û di hundirê civakê de zewaca Kurd a ku pir ziwakar e, xeniqandiner e, bandora wê ferq kiriye. Va, di vê derê de ji bo şoreşa me dibêje, “Dikare bibe çalakiyeke mezin a hezkirinê!’’
A ku dixwazim bibêjim, dibîne. Ew beş, ji bo lêkolînkirinê pir nirxdar e. Naxwazim wê beşê zêde dubare bikim. Dibêje “Li ser malbata pîroz çalakiya Abdullah Ocelan sisê ne. Yekemîn, dibîne ku zewaca dê-bav, bav diqedîne. Bavê wî di pergala malbata pîroz de mîna yekî dînbûyî ye. Duyemîn, ezmûneya zewaca wî bi xwe êdî bûye cendereyek. Sêyemîn, malbatên Kurd. Herî hindik di pêşiya 1992yan de li hember metirsiya bûyîna şervanên PKK’ê malbat zarokên xwe direvînin, dibine Ewrûpa û didin zewicandin. Tirsa wê bireve gerîla, dixwazin bi zewacê bin bixin. Ev çalaktiyên komî ne.’’ Dîsa dibêje “Bi çalakiya azadkirinê di encama wê bersîva ku tê dayîn de, di nav alîgirên mulkiyetê de tirs heye. Di civakên ku tirsê ji nava radikin de, mulkiyeta taybetî ya çikûs nabe. Tirs mitleqa çikûs e. Mulkiyeta taybet, çikûsiya berhevkirî ye. Zewac, mulkiyeta taybet a herî veşartî ye.’’ Dîqat bikin, vana di hevdîtina me de ji bo ku zelalî peyda bibe dinivisîne. Wiha didomîne, “Dixwaze bila mara mele be, dixwaze bila bi nasîna dêrê be, dixwaze bila ji hêla rayedarên taxî yên laîk ve bê îmzekirin, mar, peymaneke hiquqa deyndariyê ye. Di bingehê wê de, ne ji bo destpêkirina pevrebûnê, hesta berdewamiyê têxe bin ewlayiyê heye. Mar, tirsa ku wê hezkirin biqede ye. Ji ber vê egerê hezkirinê qedandin e. Yekbûyîna her du zayendan, tenê ku di nêzîkatiyê de bêdawîbûn hebe, layiqê mirov e. Bi hev re jiyîn serûwenek e. Dilwêrekiya her qas hev û dî ji nû ve keşifkirinê ye. Ku her qas nû be, pevrebûyîn jî, bêdawî ye. Hezkirin, tenê bi dilwêrekiyê guncav e. Evîn, tenê mafê wî/ê yê/a ku ji hezkarê/a xwe re dikare asîmanan zevt bike ye. Gel ji bin zincira koletiyê ango kedkaran ji bin zincîra mulkiyeta taybet rizgarkirin, bi zevtkirina asîmanan ve wekhev e. Zevtkirina asîmanan, qezenckirina bawerdêriyê ye. Ê ku ne bawerdêr e, hêza hezkirina wî nîn e.’’ Mînak, di derbarê sîstema Sovyetê ya hilweşiyayî de dibêje, “Ez bawer dikim ku berteka Abdullah Ocelan li hember çavbirçitiya zayendî ku wek azadiyê tê dîtin di reel Sosyalîzmê de, mezin e.’’ , “Serok APO, bawer nake ku beriya rûxandina malbata pîroz a feodalîzmê, Kurdistan azad bibe. Malbata pîroz, tê wateya têkiliyên dîl û jina dîl. Ev dahûrandin, çalakiyê azadkirin e. Ji malbata pîroz re bersîvdayîna APO, çalakiya azadkirina jinê ye. Di pêvajoya jin a gerîla de jî, weke ji cendera jinê tolwergirtina xwe ramiyaye. Rahavêj e.’’
Soz û peyman, di vê beşê de li ser van disekine. Yanî li ciyekî tiştên ku têgihîştiye daye kurtekirin. Tebi di van dahûrînan de wergirtina azadiyê guncav e. Hunê ji bo gotûbêjkirinê zîrek bin.
A ku ez dibînim, qada ez jê hatime weke ku gotûbêjên wêrekanê nîn in, rev heye. Hin têkiliyên ku we jiyaye, we terkeserê qeyranê kiriye. Ev yek li ba min çiqas hatiye jiyandin û çawa encam wergirtiye da ku we ronî bike pêşwazî kirim. Yanî min, di ciyekî de her kes ji vê para herî mezin û lewma wêrekî bigire vegot. Tebî gelek ji wan ne azweriya xwe, ne koletiya xwe, ne jî hestên xwe tînin ziman; ser vedişêrin, dixine nava qeyranê. Niha min jî jiya, lê ya min, va ye bi tevgereke azadiya mezin bersîvdayîn e. Ez, di bingeh de taybetmendiya zewac ango têkiliyên kolekirinê dikarim bêtir kûr û dahûrîn bikim; dikarim çalakiya azadiyê rapelikînim.
Tebî ez polîtîkayê bi rê ve dibim. Di ve mijarê de wek we nikarim terkeserê qeyranê bikim. Ez di bin navê “Têkiliya min a taybet de’’ nikarim xwe hilweşînim û bûyeran biafirînim. Min, hemû teşeyên têkiliyan, polîtîkayê û heta xebatên leşkerî dame xurtkirinê. Bila li ba dahûrandina her tiştên ku hun dijîn, binkeya siyasî û leşkerî jî xurt bibe. Pir kêm heval dîqatê vê dikin. Mînak, derkete rastê ku azadbûna jinê tevkariya gerîla ye. Pêşiya artêşbûnê vekirin, çalakiyeke wisa ye ku di cîhanê de pir hindik şoreşan pêk aniye. Min ji vê re wêrekî nîşan da. Min got, “pêwîst e mirov wêrekî nîşan bide ku wê jin di gerîla de karibe rol bileyize ango di artêşbûnê de karibe cî wergire.’’ Lê, min çawa wêrekî nîşan da? Min vê wêrekiyê bi çî ve girêda? Azadiyê ve û bi çalakiya azadiya jinê ve. Niha me hêza şidiyayî ya jinê hindek daye avakirin.
Lê gelek kes hê xwe negihandine vê. Zêde qîmeta vê nizanin, nikarin bibin çare. Ev gelşeke cuda ye, lê serokatî di şênberiya xwe de vê çareser kiriye. Em, di vê mijarê de wêrekî didin partiyê û we hemûyan. Ev, hinekî dîtir we azad dike. Ger ku sehaya serokatiyê hinekî dîtir we azad dike, sedemê vê hêza baweriyê bidestgirtin e. Sehaya serokatiyê, çalakiya azadiyê hindek pêş de biriye, jinê pênase kiriye, azadiyê pênase kiriye. Vê bi çalakiyê pêş ve biriye. Ji ber wê yekê pê tê bawerkirin û ji ber ku bawerî pêk tê, azadîxwaz jî hindek diponijin.
Hunê pala xwe bidin vê û hinekî dîtir, li ser azadiyê biponijin. Dîsa li vê derê riya erzan nîn e. Wê kesayeta we wergir qezenc bike. Wê di aliyekê de bibe siyasî, bibe leşkerî, di aliyê din de jî, wê xwe bigihîne piroziya hestan û azadiya têkiliyan. Hunê, li hember wan bermayên ku we di kevin de jiyaye, bi serkeftin dawî lê bînin û asteke pêşketîtir bigirin. Heta hunê, di vê mijarê de estetîka xwe pêş bixin. Hunê vê bi teşeykê kulîlkbûna şoreşê pêgirê nirxandinê bikin. Bi kurtasî me got, şoreşgerek bi van aliyên xwe ve jî mijul dibe, xwe xurt û temam dike.
JI PIRTÛKA “ÇAWA BIJÎN 1” HATIYE WERGIRTIN