Nasnav: Cemîl Iğdır
Nav û Paşnav: Metîn Torun
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1975 Îdir
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1991 – Çiyayê Agirî
Cih û Dîroka Şehîdbûna: 1’ê Tebaxê 2011 – Maku
“Şehîd dana jiyankirin deyînekî herî mezin ê li ser milê me ye, ji ber ku her şehîdek xwedî gelek hêvî û baweriyên mezin in. Jiyankirina bi wan re dilsozî dixwaze, hêz dixwaze vînek mezin dixwaze. Yek ji şehîdê ku xwedî gelek bawerî û hêvî Rêheval Cemîl Serhed e.
Belê, min hêvalê Cemîl di sala 2007’an de naskir. Em bi hevre ketin guruba Serhadê, lê hevalê Cemîl di gerîla de ciyê herî zêde lê têkoşîn daye meşandin herêma Serhedê ye. Çawa ku tevgera azadî nasdike û pêve piyên xwe li xaka Agirî, diavêje nav jiyana gerîla. Dilê wî di quntarên Agirî de hildavêje. Ne şaş bû ew kelecana dilê wî, ji ber ku ew jî yek ji zarokên ku ji ber şûrê desthilatdariyê hatibû xilaskirin.cemıl Ew tevgera azadî di temenekî biçûk de dinase û dikeve nav lêgerînan, dem nabore di pişt naskirina wî ya ji tevgerê re, ew bi biryarek bilind, bi heskirinek mezin evîna xwe di evîna çiyan de dibîne û tevlî nav gerîla dibe, di sala 1991’î de tevlî nava refên gerîla dibe, ew salên xwe yên dirêj di nava têkoşînê de li çiyayê Agirî derbas dike. Êdî hevalê Cemîl li çiyayê Agirî dest bi erkdariya xwe ya gerîlatiyê dike û dixwaze bi rengekî herî baş bibe şervanê Rêber APO. Piştî mayîna çend salan ew derbasî başûrê Kurdistanê dibe û ji nêz ve tevgera Rêbertî nasdike. Lê di sala 2007’an de ji nişkê ve derbasî giruba serhedê bû. Belê, hevalê Cemîl qet ne di rojevê de bû ku ew jî derbasî herêma Serhedê bibe, êdî me amedekariyên xwe yên dawî kiribûn û em ê ber bi rêwîtiya bakur ve biçûyana, lê di rê de dema ku hevalê Cemîl ji perwerdê dihat û dizanîbû ku wê ev gurub biçe Serhedê, gotina ku kir ev bû “ kes nikare min ji ketina gurubê asteng bike”, bi vê bîryarê û bi vê sondê derbasî gûrûbê bû. Her çiqas min berê hevalê Cemîl nasnedikir lê ji bo ku mirov biketa cîhana wî ne zehmet bû, ji ber bi nêzikbûnên xwe yên pijyayî mirov bi sihbetên xwe bi laqirdiyên ango henekên xwe germahî di dilê mirovan de dida hîştin. Hevalê Cemîl şopên giranbiha li cem mirovan dihêştin. Cihê ku ew hebû moral, coş ti carî kêm nedibû. Bi her kesî re di nav dayîn stadinê de bû. Di gurubê de her tim çavkaniya moralê bû.
Hevalê Cemîl dema ku mirov di destpêkê de didît sekna wî bala mirovan dibir ser xwe, bejna wî gelek dirêj bû û di meşa wî de heybeta gerîla hebû. Dema ku hate nava gurubê çeka wî ya em-16 bû, lê ji yên bi çûk bû. Lewma gelek caran hevala digot; hevalê Cemîl ji bo te ev çek ne biçûk e, ew li hevalan dizivirî û digot “na ev çek çiqas biçûk xuya bike jî lê em ji bîr nekin dibe sedema kuştina dijminê me” ew her tim bi bersivên xwe yên balkişandî dihate naskirin. Belê yek ji taybetmendiya bi xurtî dihate jiyan kirin, sekna wî ya di nava gel de bû. Bi taybet him ji aliyê gelê herêma serhedê him jî di nava gelê Maku de hezkirinek mezin xistibû di nava dilê wî gelî de. Ev hezkirina ku ji Gel re dida nîşandan, di eslê xwe de îfadeya heskirina wî ya ji welat re diyar dikir, rastiya gel pir baş fêmkiribû. Li herêma Serhedê navê bi sedan zarokan bûye Cemîl ev jî diyar dibe ku çiqasî gel pê ve girêdayîbû, yek ji sedema heskirina gel ew bû ku mirovên ku bixwesta xerabî bikin ji ber sekna hevalê Cemîl nedikarî bikin, ev jî ji bo gel moralekî bilind bû. Belê weke min li jor jî da diyarkirin ji ber gerîlatî li wir fêr bûbû qet di ketina nav de zehmetî jiyan nekir, bi lezgînî kete nava xebatê. Piştî ku çar sal li wir qedandin di encama kemîna pastaran de li herêma Maku jiyana xwe ji dest dide û tevlî nav karwanê şehîdan dibe.
Di gelek şer û pefçûnan de derbas bûbû lê bi hostetiya gerîlatî her tim xwe xilaskiri bû. Ev car ne weke ti carî bû, çawa ku di salên xwe destpêkê de dilê xwe li quntarê Agirî hildavêt, di çûna ber bi şehadetê va jî xatirê xwe li ber quntarên Agirî xwest û di çavê wî de biriqandina berfa li ser Agirî hebû. Meşa xwe bi Agirî destpêkir û bi Agirî dawî kir. Rêhevalê Agirî û tendûrek ê nû hevalê Cemîl Serhed. Belê rêhevalê hêja wê tu her tim di dilê min de jiyan bikî. Wê ev bibe sonda min ji bo te rêhevalê hêja û dilovan Cemîl Serhed.”
Rêhevala wî yê têkoşînê, Şaristan Nurhaq