BEHDÎNAN – Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwanên di meha Hezîranê li dijî êrîşên dagirker ên dewleta tirk banga seferbertiyê kiribû, piştî vê bangawziyê gelek ciwan berê dan çiyayê azad û tevlî refên gerîla bûn.
Bi dehan Ciwanên Kurdistanî li Herêmên Parastina Medya bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew beşdarî refên gerîla dibin. Du şervana nû Şoreş Çiya û Cegerxwîn Dêrik ji ajansa me re axivîn û armanc û hestên xwe anîn ser ziman.
Şervana nû Şoreş Çiya a ji Bakurê Kurdistanê ye armanc û hestên xwe wiha tine ser ziman:
“15’ê Tebaxê destpêkê li Rêber APO, şehîdên Şoreşê û Gelê Kurd re pîroz dikim. Ev roj rojek pir giringe, di vê rojê de di pêşengtiya fermandar Egîd de artêşabûna gelê Kurd pêşketiye. Armanca beşdarbûna min a nava refên gerîla ew ku ez li hemberî êrîşên dagirkeran bibim bersivek. Dewleta tirk a dagirker dixwaze hemû nirxên Kurdistanî dagir bike û êrîşê xwe li ser tunebûna Kurdan didomine. Jin di nava civakê tê kolekirin, ji bo rizgariya jinê ez tevlî gerîla bûm. Jiyanek zexte min wek jinek ciwan ji bo xwe qebûl nekir û biryara jiyana azad da. Bi rastiya Serokatî û Şehîd ez dixwazim bibim lêgerînvana jiyana azad. Em ê ji bo welate xwe ku em wek dayika pênase dikin şer bikin û axa xwe azad bikin. Ev biryar û rêya ku min hilbijartiye pîroz e. Ji ber vê em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî refên gerîla, PKK û PAJK’ê bibin. Herî dawî jî em bang li ciwan û gelê xwe dikin ku bi ruhê Serî Hilde li dijî dagirkerî û tecrîdê rabin û şer bikin.”
Ciwanê ji pêkhateya Ereb ku li dijî dagirkeriyê tevlî refên Gerîla buye, biryara xwe wiha vedibêje:
“Navê min Cegerxwîn Dêrik e. Ez ji pêkhateya Ereb tevlî refên gerîla bûm ji bo parastina welat, gelê û axa xwe û ji bo ez li hemberî dagirkeriya Erdogan helwest nîşan bidim min ev biryara tevlîbûnê girt. Li ser vî esasî em bang li hemû pêkhateyên gelan wek Ereb, Kurd, Suryan hwd. Dikin ku cihê xwe nava têkoşînê de bigrin. Em bang li hemû Ciwanên Şoreşger dikin ku werin tevlî refên gerîla bibin. Ji bo parastina welatê xwe, gelê xwe û axa xwe Serî Hildin!”