NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildana şehîd Zana Andok ji bo pêngava 15’ê Tebaxê li Edenê navçeya Seyhanê li kolana Gulbahçe dirûşmeyan li ser dîwaran nivîsandin.
Yekîneya Tolhildanê, dirûşmeyên wek “Fîşeka li Eruhê hate teqandin, li tevahî Kurdistanê belav bû”, “15’ê Tebaxê pîroz be” û “Di riya Egîdan û Bêrîtanan de wê Kurdistan ji bo faşîzmê bibe goristan” li ser gelek dîwaran nivîsandin. Yekîneyê bang li hemû ciwanan kir ku dakevin qadan û li dijî faşîzmê têkoşîn bikin.