NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tohildana şehîd Dilgeş Muş daxuyakirin ku wan di 14’ê Tebaxê di saetên evarî de li Stenbolê li semta Aranavutkoy Şirinderê li dijî polîsên tirk ên dagirker bi fîşekên hewayî çalakî lidar xistine.
Daxuyaniya Yekîneya Tohildanê wiha ye:
Di şeva 14’ê Tebaxê ku bi 15’ê wê ve girêdida, endamê me ê Yekîneya Tohildanê li semta Aranavutkoy Şirinderê “Pêngava 15’ê Tebaxê” bi daketnina qadan pîroz kir. Polîsê dagirker ku bi reşandina fîşekan êrîşî pîrozbahiyê kir, rastî bersivdayîna Yekîneyên me hat. Me bi fîşekên hewayî bersiv dan êrîşên polîsên dagirker.
Piştî çalakiyê endamên Yekîneya me bi saxlemî xwe şunde kişand.