QENDÎL – Çalakgerên mertalên zindî ku ji aliyê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê hatibû destpêkirin çalakiya xwe ya li Qendîlê û Bradostê bi dawî kirin û wê bi awayek din çalakiya xwe berdewam bikin.
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarana balafirên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê 14’ê Hezîranê de li Qendîlê û di 24’ê Hezîranê de jî li herêma Bradostê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer dest bi çalakiya Mertalên Zindî kirin. Ciwanan ragihandin ku dawî li çalakiya xwe anîne û wê bi awayek din çalakiyek xwe berdewam bikin.
Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer têkildarî çalakiya mertalên zindî ii Qendîlê daxuyaniyek dan.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye;
‘Weke tê zanin ku 24’ê Hezîranê li Qendîlê û di 14’ê Hezîranê de li Bradostê me weke Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li dijî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a Tirk a li ser ser Başûrê Kurdistanê dest bi çalakiya Mertalên zindî kir.
Ji aliyê xelkê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ciwanan ve hate piştîgirîkirin û xwedî lêderketin. Ev xwedîkertin jî bû havênê serkeftinê.
Lewma weke Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer û Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê piştî du mehan me biryar da ku dawî li çalakiya xwe bînin. Dest bi çalakiyên cuda û rengareng bikin.
Di salvegera 15’ê Tebaxê de ji hemû aliyan re radigihînin ku li hemberî êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst a Tirkiyeyê bi ruhê 15’ê Tebaxê çalakiyan gurtir dikin û emê xaka Kurdistanê dagirkeran û nokeran re bikin parçeyek agir.
Em li vir bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku bi hevre ji bo paqijkirina dagirkeran ji Kurdistanê û nokeran, xwe bi rêxistin bikin. Bi heman ruhê şehîd Egîd, Mam Zekî, şehîd Helmet û li dijî dagirkeriyê dinava çalakiyê de bin.
Weke tê zanîn teqandina guleya 15’ê Tebaxê, pêngava dîrokî ku xeta rastkirina dîrokî ya li ser rê û rêbaza rast bû. Di heman demê de di kesayetiya dijminê dagirker de, ew Kurdên ku pêşengtiya xeta xiyanet û koletiyê kirîn bûne armanc.
Em weke Ciwanên Başûrê Kurdistanê, li vir dibêjîn, pêngava ku rêheval fermandar Egîd beriya 35 salan dayî destpêkirin, bi heman ruh û hest berdewam dike. Ev pêngav wê heya Kurdistanek azad berdewam bike.”