NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand. HRE’yê got li Efrîn, Ezaz û Mareyê 7 çete hatine kuştin.
Daxuyaniya HRE wiha ye;
“Hêzên me li dijî komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Ezaz û Mareyê rêzeçalakiyên sabojatê lidarxistin. Di encama çalakiyan de gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn.
Roja 17’ê Tebaxê (Duh) hêzên me li dijî bendekî Kontrolê yê koma çete ya bi navê Ehrar el-Şam a li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê lidarxistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Navê hinek çeteyên kuştî û birîndaran wihaye:
Hisên Ebû Ebdo, ji herema Qelemûn a Şamê ye. Xalid Ebû Mihemmed, ji bajarê Helebê ye.
Bekir Ebû Muqdad,Xalid Ebû Cûd, Elî Ebû Muhemed.
Heman rojê hêzên me li dijî komeke ji çeteyên koma El Cebha el-Şamiyê li derdora bajarê Mareyê 2 çalakiyên sabotajê li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.
Heman rojê şervanên me bi çalakiyeke sabotajê wesayîteke leşkeri ya çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Ezazê kirin hedef. Di encamê de wesayît rûxandin, çeteyek hat kuştin û çeteyek jî birîndar bû.”