“Hun dikarin gotûbêjan pêş bixin. A ku herî zêde hun ji me bixwazin azadiya gotûbêjê ye. Wê zexta nêvengê nebe, lê pêwîst e hun jî, ji disîplîna rêxistinê re û di vê mijarê de çemk û çespandinên çewt ê mezintirîn re bergîdaneke rast bidin. Ya herî girîng jî divê hun bibin aliyekî bijarte ya jiyana rast û têkoşîner. Pêwîst e zimanê we vebe, mejiyê we bixebite û dilê we biavêje. Di vê mijarê de pêwîst e hun afirandin û xurtbûnekê pêk bînin. Yanî hun aliyek in; bi ya min neyên eyarkirin ango bi gor zilam neyên eyarkirin, bi gor xwe bên eyarkirin. Saxlemî û azadiya we, bi navê zayendekê ji bo diyarkirina çarenûsa we çi pêwîst dike wî bikin.
Nêzîkatiya azadiyê ev e. Ew pirsgirêkên ku hun pir di warê taybetî de dijîn, dikarin di vê çarçovê de bigihîjin çareseriyê. Dibe ku di rabirdûyê de hinek têkiliyên we yên sivik hebin; wana ne zêde ji xwe re bikin dert, ne jî zêde bêriya wan bikin. Cîhaneke ku hun wenda bikin tune. Lê cîhaneke ku hun qezenc bikin heye. Heke ku wisa be, nekevin bin bandora rabirdûyê û bi berteka ku li hember wan raber bikin, hun dikarin meşekî rewneq bidin destpêkirin. Her wekî têoriya me ya azadkirina gelê me jî hindek wisa pêş ket. Dîsa pratîka me ya azadkirina takekesî jî, ji van babetan hêz wergirt. Bikevin nav şêwazeke têkiliyê ku van hemûyan bingeh digire. Çi nav datînî deyne, ev guncav e, nirxdar e. Dîsa çi nav lê dikî bike, şêwaza ku vê çarçovê diçirîne û derveyî dike, guncav û nirxdar nîn e.
Hunê karibin xwe bigihînin vê çarçovê? Di vê mijarê de hewldanên min hene. Hun bi vê têgihîjin û li ser pêşketina xwe dirikibînin? Di gotûbêjan de nekevin çewtiya azînan. Nizanim di rabirdûyê de çi hate kirin; nizanim di navbera min û filan zilamî de çi bû û hwd. li pey van xalan ketin, bêastkirina gotûbêjan e. Heta dibe ku hun bibin evîndar jî, bibin nîşanî û zewicî jî, lê ev pirsgirêkên azadiyê, dîsa jî derbasdar in. Dema ku tê gotin gotûbêja jinê, hemû kes seviktiyê fêm dikin. Lê tam berevajiyê vê rişt e. Pêwîstî heye ku ji tevahî têkiliyan re neyê gotin “çilvirîn’’ û neyê jêkirin û avêtin; têkiliyên pir nirxdar dikare bê pêşxistin. Di vê mijarê de bi şertê ku ji rêgez û çarçoveyê re bê dîqatkirin, vana ji xwe re nekin rûpoş û rasteqîna rezîlî, dijcivakî, dij-siyasî û rêxistiniya xwe neveşêrin. Bi rastî jî vê rêgez û çarçovê bi xwe bidine pejirandin, weke ku wê pir pêwîst be ji nêzîkatiya we ya mirov û zilam re û dikare we pir hêzdar jî bike. Heta ev, peywirek e. Yanî tenê ne pêdiviya gotûbêjeke teorîk, peywireke rişt yê rêxistinî ye. Her wiha divê hun zilaman perwerde bikin.
Hunê li ser vê gelek bihizirin. Pirsgirêka we li virê ne xweperestîkirin e. Me xweperestiya rêxistinî gotûbêj kir û yên di oxira xweperestiyê de ka xwe anîne çi halî me dît. Hun jî xweperestiya hestyarî nekin. Bi teşeyekê, “tenê daxwaza min, tenê evîna min, nizanim hestên min” rêxistinê serûbin nekin. Bila hestên we bibin kolektîf, hezkirinên we bibin giştî, rewşa we ya ecibandinê yek kesî ji xwe re neke pût. Jixwe ku hun wisa nekin, hun qet nikarin xwe bigihînin çemka me. Ez qala asta netew dikim. Jixwe ku asta netew, lêgerîna xweşiktî, têgihîştina hezkirinê, têgihîştina ecibandinê, têgihîştina redê, têgihîştina kirêtî her ku pêş nekeve, hun di wateya takekesî de jî, nikarin rast tercîhê pêş bixin. Lê belê nêzîkatiyên we mezintirîn xweperest in. Yekî ku hun bi azwerî pê ve girêdayî bin hebe, heke hun bimirin jî dev jê bernadin. Xayîn be jî, hun pê re diçin. Fîzîka we neçe jî, dil û hestên we diçin. Vana ne ji bo tewanbarkirina we, ji bo ku hun rastînên pir jiyanî bibînin û bi gor vê xeleqeyên bingehîn bigirin, dibêjim…”