QENDÎL – Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, îro saet di 09.30’an de gundên Silê û Bolê yên li herêma Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Hate ragihand ku balafiran li gundê Bolê 2 malên gundiyan bombebaran kirine û di encamê de 4 gundî birîndar bûne. Ji birîndaran rewşa Ehmed Ebdullah giran e û ew veguhestine nexweşxaneya Sengeser.